Cîhan

Mediya tirkî: Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland

Karvedana bîranîna Mistefa Barzaniyê nemir li bakurê Kurdistanê di mediyaya tirkî de:

– Barzanî li Diyarbekirê alaya xwe çikland

– Alaya Barzanî li asîmanê Diyarbekirê hejiya

– Li Diyarbekirê alaya Barzanî bilind kir

– Li Diyarbekirê alaya Kurdistanê bilind kir

– Alaya Kurdistanê li asîmanê Diyarbekirê hejiya

– Li şûna alayaê Tirkiyeyê, alayê Barzanî bilind kir

– Di wê konfrensa li diyarbekirê hatye saz kirin alayê desthilata bakur biilind kir

– Bi çiklandina alayê Barzanî, madeya sêyem a destûra Tirkiyeyê binpê kir

– Li Diyarbekirê alayî fermeî yî desthilatdariya  bakurê Îraqê bilind kir

– Grûpa Dicle û Firat li Diyarbekirê, ji bona bîranîna bavê Mesûd Barzanî, merasimek saz kir.

– Di merasima bîranîna Mistefa Barzanî de, wêneyê mela Mistefa Barzanî hilawîst

– Di merasima bîranîna mela Mistefa Barzanî de, li şûna alayê Tirkiyeyê alayê Barzanî bilind kir

– Mistefa Barzanî weke qehremanekê mezin yê kurd qebûl kir.

Weke tê zanîn Ciwanên Kurdistanî  li bakurê Kurdistanê, li bajarê Qosarê, di roja 01-03.2012ê de ji bo bîranîna Mistefa Barzaniyê nemir merasimeke bijarte saz kiribû. Di merasimê de ku, gelek kes têde amade bibûn, bi xwendina siruda niştmanî a kurdî Ey Reqîbê dest bi civînê kir û herwesa di salona merasimê de alayê Kurdistanê, wêneyê nemir Mistefa Barzanî hatibûn hilawîstin.

Back to top button