Gelo di nav PKK-ê de çi dibe?
Li gora nûçeyek a Kovara Aksiyon a tirkî,pirsgirêkên ku dozerekî xwestî êfada hinek berpirsên MIT-ê bistîne gihat heta Qendîlê jî.
Tê îdia kirin ku di nava PKK-ê de grubên MIT, JITEM û yên îstixbarata Suriyê ve girêdayî di nava xire cirekî de ne. Kovar dibêje ku, li ser vê pirsgirêka di nav PKK-ê de derketî holê, berpirsê KCK-ê Murat Karayilan daxuyaniyekî belav kiriye daxwaza sekinandina gotubêjên di vê derbarê de dike. Heta Karayilan dide xuyakirin ku ew kesên vê gotubêjê di nav PKK-ê de berdewam bike , dê bêne ceza kirin.
Wek tê zanîn piştî dozerekî di çerçova doza KCK-ê de xwest ku êfada berpirsê yekem yê MIT-ê û hinek berpirsên din bistîne, li Tirkiye gotubêjek nû berdewam kir. Gelek kesan îdia kir ku KCK-ê ji aliyê MITê ve hatiye danîn û heta hat îdia kirin ku, MIT ji bo ku naxwaze kesên wan di nav KCK-ê de eşkere bibin neçûn êfade nedan. Li ser vê bûyerê qanûnek hate amadekirin ku heta izna serokwezîr nebê, dozer nikarin berpirsên MIT-ê bibin dadgehê yan jî bi awayekî êfada wan bigrin.Niha jî CHP-ê ji bo ev qanûna nû hatî pejirandin bête îptalkirin serî li dadgeha desturî dide.