Civak

Suudiye pereyên welatiyên Kurdistanê vedigerîne

Daxuyaniyeke li Wezareta Ewqaf û Karubarê Olî ya Hikumeta Kurdistanê de hatiye belavkirin, Wezareta Hec ya Suudiye xerca vîzeya Umre‌karên Herêma Kurdistanê vegerand.

Li daxuyaniya Wezareta Ewqaf da hatiye destnîşankirin “Piştî wê yekê ku Erebîstana Suudiye biryara geşta U‌mre ji bo hemû cîhanê ji ber Koronayê rawestand, nêzîkî 1700 welatiyên Herêma Kurdistanê li rêya kompanyayên taybet ve ku vîzeya geşta Umreyê wergirtibûn, li biryarek da Suudiye pereyê hemû welatiyên Herêma Kurdistanê vegerandin ser hejmara kompanyayan ku ji bo her U‌mrekarek 210 dolarên Amerîkî bû”.

Her wiha daxûyaniyê de dinivîse: “Ew welatiyên bi niyaza geşta U‌mreyê bûn û pere dabûn kompanyayan, lê belê geştên xwe encam nedabûn, dikarin serdana kompanyayan bikin û pereyên xwe werbigrin”.

Back to top button