Mesrûr Barzanî pêdiviyên polîsên Silêmanî dabîndike
Polîsê Silêmanî ragihand Serokê Hikumeta Kurdistanê li peywendiyekî vîdeoyî da li gel Birêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmanî, destxweşiyê li Birêveber û efser û karmendên polîsên parêzgehê kiriye.
Birêveberiya Giştî ya Polîsê Silêmanî ragihand îro sêşem 07 nîsana 2020 Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê li peywendiyekî vîdeoyî da li gel Emîd Aso Şêx Teha Birêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmanî, destxweşiyê li Birêveber, efser û karmendên polîsê parêzgeha Silêmanî kir li beramber bi cîhkirina erkên wan ya parastina ser û malê niştimaniyan û rûbirûbûna şewba Korona.
Serokê Hikumeta Kurdistanê li vê peywendiya vîdeoyî da li gel Birêveberê Polîsê Parêzgeha Silêmanî sozê da hevkarî û pêdiviyên wan yê Birêveberiya Polîsê Parêzgeha Silêmanî dabîn bike û daxwaz jî kir wekî herdem li bi cîhkirina erkên xwe da, pêgirê rêkarên xweparêziyê bibin.