Nivîskar Rachel Avraham li roja 06.04.2020 li rojnameya The Washington Times serdêrek bi navê (Çima Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê hêjayî xelata Nobela aştiye?) babetek nivîsiye û têda balê dikşîne li ser rola Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya ji bo aştiya navçeyê.

Her wiha nivîskar li babeta xwe de balê dikşîne li ser rola Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê ya piştî encamdana referanduma Kurdistanê û helwesta wî ya aştiyaneya ku li herêmê de bi giştî hebûye. Li hember êrîş û gefên dewleta Tirkiye, Îran û Iraqê Serokê Kurdistanê rêya dîplomasiyê ve karî wan êrîş û gefan vala û pûç derbixe.

Berdewamiyê de nivîskar dinivîse: Rewşa Kurdan bi zîrekî û dîplomasiya Nêçîrvan Barzanî karî xwe ji şer û gefan dûr bigre û bêyî xwîn birêje, bi rêya dîyalogê karî kêşeya wan gef û êrîşan çareser bike. Ji ber ku karî rê li xwîn rijandina li Herêmê de bigre hêjayî wergirtina xelata Nobelê ya aştiyê ye.

Çavkanî: https://www.washingtontimes.com/news/2018/feb/6/nichevan-barzani-deserves-the-nobel-peace-prize/

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: