Belavbûna şewba Korona li Amerîka dilgiraniyeke zêde li welatiyên Amerika de dirustkiriye.

Her ev dilgiranî wiha kiriye welatî bi awayeke ber bi çav rû li komgehên firoştina çekan bikin û li ber wan dikanên firoştina çekan de qerebalixiyeke zêde dirust bûye.

Rojnameya Newyork Times raporek belav kiriye û tenê li meha adarê da zêdetir dû milyon perçe çek hatine firoştin ku li gor sala 2013 hejmareke pîvanî şikandiye.

Her wiha rojname balê dikşîne li ser wê yekê ku xelk tirsa wan heye ya bi dest ve anîna wan pêdiviyên serekiyan heye û egera rûdanên tûndutîjiyê heye, bi taybetî piştî wê yekê ku gote gotên nemana çend sazî û damezraweyekî medenî û emnî heye. Xelk wiha bawerin li egera serhildana tevlîheviyan, dezgehên emnî nikarin welatiyan biparêzin. ji bo wê yekê baştirîn bijare li vê demê de kirîna çek û teqemeniye.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: