Malikî: Bes wezareta petrola Îraqê mafê îmzakirina peymanan heye

Serokwezîrê Iraqê Nûrî Malîkî diyar kir ku, ji bilî wezareta petrolê ya Iraqê, ti aliyek nikare li Iraqê peymanên neft û gazê îmze bike.
Malîkî, di hevpeyvîneke xwe de digel kanala esmanî ‘El-Reşîd’ de got:
– Petrol xezîneya hemû welatiyên Iraqê ye.
Malîkî derbarê peymanên ku, ji bo petrolê tên îmzekirin jî wiha axivî:
– Erkê îmzekirina peymanên petrolê ji desthilatên wezareta petrolê ya Iraqê ye. Ji bilî vê wezaretê, tu parêzgehek nikare peymanên petrolê îmze bike.
Herwiha Malîkî li dor daxwaza hin wîlayetan ji bo pêkanîna herêmên serbixwe got:
– Herêmbûn li ser bingeha qanûna esasî dibe. Em ti tiştek ku derveyî vê ye qebûl nakin û divê em hemû kêşeyên xwe li gorî destûrê çareser bikin.
Serokwezîrê Îraqê di demekeî de van gotinan li ser girêbestên gaz û neftê dibêje ku, kompaniyên mezin yên cîhanî yên petrolê yên weke Exxon Mobil a amerîkayî û TOTAL a frensî hewil didin ku digel herêma Kurdistanê peymanan îmza bikin.
Rêveberê giştî yê şîrketa TOTAL, Christopher de Margery ku, şîrketa wî nuha xwe amade dike di ware lêgerîn û derînana netdê de li herêma Kurdistanê kar bike, li dor kontraktên petrolê yên herêma Kurdistanê dibêje:
– Girêbestên Kurdistanê pirr baştir in ji wan girêbestên ku hikûmeta navendî pêşkêşî şîrketan dike.
– Kurdistan navçeyeke ku petrol û gaza yedek lê zehf e û kontraktên wê jî baştir i. Sîrketa me li zeviyên petrolê yên herêma Kurdistanê dinêre, da ku bizane derfeta karkirinê di wan de heye yan na.