Kultur

Dilê şikestî ya Firat Cewerî derket!

Ji pişt qapaxê:

Destpêka nivîskariya Firat Cewerî ne bi çîrokan be jî, hunera çîrokê di nivîskariya wî de cihekî taybetî digire. Wî di sala 1980ê de dest bi nivîsandina çîrokan kir û dixwest bi hunera çîrokê di cîhana edebî de bilive. Heta niha sê kitêbên wî ên çîrokan hatine weşandin û çîroknivîsiya wî bi wan hersê kitêban ma.

Dilê şikestî, ji du kitêban; ji Kevoka spî û Romanseke çilmisî pêk tê. Gelek ji çîrokên vê kitêbê wergeriyane zimanên din û bûne fîlm û adapteyî radyoyan bûne. 
Cewerî niha xatir ji çîrokê xwestiye û derbasî romanê bûye, lê cihekî van çîrokan ê taybetî di dilê wî de heye û wê her bimîne.
Bi hêviya ku wê ev çîrok xwe dirêjî dilê we jî bikin…

Firat Cewerî

Dilê şikestî

Weşanên Nûdemê

îrok 146 rûpel

Ji çapemeniyê:

Herkes nikare mîna Firat Cewerî bi bêhneke dirêj hunera kurteçîrokê bi kar bîne.
    Der Kleine Bund 1996 (Rojnameya almanî)

Firat Cewerî li ser detayên hûr radiweste, fikrên kûr di wan de dibîne û tîne ber çavan. Ez bawer dikim ew ê bibe hostayê pexşanê.
       Emerîkê Serdar, Rya Teze, 1993 (Ermenistan)

Back to top button