Tesîra qanûna parastina MITê li ser pirsa kurd

Pêşnûmeya guhertina yasaya rêxistina Îstîxbarata Tirkiyeyê (MİT) ku, bi armanca rawestandina lêpirsîna derbarê musteşarê MİT’ê Hakan Fidan de hatibû amadekirin, di parlamentoya Tirkiyeyê de hat qebûlkirin û serokomar Abdullah Gul jî erê kir. CHP dê ji bo betalkirina wê yasayê serî li dadgeha qanûna esasî bide.

Rojeva Tirkiyeyê çend roj bi helwesta dozgerên Stenbolê ku xwestin derbarê musteşarê MİT’ê de lêpirsîn vekin keliya. Dozgeran xwestin musteşarê MİT’ê ji ber hevdîtinên xwe yên Osloyê bê darizandin û dan xuyakirin ku, wî bi vê yekê alîkarî daye PKKê. Herwiha hatibû îdiakirin ku, Koma Civakên Kurdistanê (KCK) ji hêla MİTê ve hatiye damezirandin û gelek çalakî ji hêla endamên MİTê ku, di nava BDPê de hatine bicihkirin, hatine kirin.

Hikumeta Tirkiyeyê rengê xwe zû eşkere kir û wek gava despêkê dozger ji dozê girtin û polîsên ku, belge amadekiribûn, sirgun kirin. Piştî daxwaza lêpirsînê gelek belge, pispor û şîrovekaran ev yek wek ‘şerê navbera AKP û cemaeta Fethullah Gulen’ nirxandin. Di rojname û televizyonên nêzîkî AKP û yên nêzîkî cemaeta Gulen de rastiya şerê desthilatiyê diyar dibû. Di dawiyê de AKP di helwesta xwe de ser ket û yasa bi bayê lezê hat amadekirin û hat pejirandin. Li gor vê yasayê, endamên MİTê û kesên ku ji hêla serokwezîrê Tirkiyeyê ve bi erkên taybet bên erkdarkirin, di heqê xebatên wan de bêdestûra serokwezîr lêpirsîn naye vekirin.

Di dema nîqaşên di heqê wê yasayê de cîgirê serokê koma CHPê Muharrem İnce got:

Hûn dibêjin ‘me dewleta pîroz ruxand’ lê hûn ‘serokwezîrê pîroz’ bi vê yasayê çêdikin. Çi ferqa we û serfermandarê berê ku, piştî girtina bombekarên Şemzînanê hatibûn girtin û gotibû, ‘ez wî dinasim, zarokekî baş e’ heye.

 Cîgirê koma MHPê Oktay Vural ji serokwezîr pirsî “Ger te fermaneke dij hiqûqê nedaye, ev parastin ji bo çî ye?

Cîgirê koma BDP’ê Hasip Kaplan jî li hemberî îdiayên ku gelek endamên BDPê yên MİTê ne nerazîbûn nîşan da û got:

Di nava BDPê de yek endamê MITê jî nîne. Hema yekê nîşan bidin, ez ê îstîfa bikim.

Serokê Giştî yê Partiya Komarê ya Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî qebûlkirina yasayê got:

Em ê yasayê bibin dadgeha qanuna esasî. Bi vê yasayê serokwezîr wek mînak dikare serokomar bide kuştin û nehêle kujer bên darizandin. Di dewleta hiqûqê de tiştekî wiha nabe.

Qebûlkirina yasayê di çapemeniya Tirkiyeyê de bû mijara nirxaninên berfireh. Şîrovekarên nêzîkî hikumetê vê yekê wek astengkirina siyaseta derve ya Tirkiyeyê ya Rojhilata Navîn dinirxînin û destnîşan dikin ku, di nava vê de siyaseta Îsraîlê heye. 

BDP ev yek wek şerê desthilatiya nava dewletê nirxand û da xuyakirin ku di ser pirsa kurdî de hêzên desthilat pevdiçin. PKKê jî wek asta bilindbûna şer û tehamulnekirina kesên bi PKK’ê re hevdîtinê dikin nîşan dan.

Nivîskarê rojnameya Radikalê Awni Ozgurel dabû xuyakirin, hikumet amadekarî dikir ku di meha gulanê de banga agirbesteke nû bike û di warê diyalogê de gav bavêje û ev hewldana polîs û darazê bi armanca astengkirina vê hatiye kirin. (Rûdaw)

 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: