Civak

Li Roboskê xeyalên min kuştin

Kesû karên qurbaniyên komkujiya Roboskê li Stanbulê di civînekî de behsa xwe û êşa ku piştî komkujiyê kişandîn kirin.

Komkojiya Roboskê ne tenê jiyana 34 gencên kurd ji wan stan. Vê komkojiyê xewn û xeyalên sedan gencên din jî kuştin. Hê jiyanek dirêj li pêşiya wan bû. Ewan her tiş dikiran da ku gavek pêştir di jiyana xwe de bavêjin. Bibin xwedî karekî, şî bikin, destên dezgirtiyên xwe bigrin û gavekî ber bi jayanê ve bavêjin.

Lê Balefirên dewletê yên kujer, F-16 nehişt, şêvek a zivistanê mirin li ser 34 gencên kurd  barand. 34 genca li dûv xwe bi sedan kesên dil şkestî hiştin. Hêviya bi sedan gencên din jî li gel wan mir.

Li Stanbulê Hill Otelê Meclisa Aşitiya Tirkiye civînek li darxist. Di vê civînê de behsa komkujiya Roboskê hate kirin, wene û dîmenên komkujiyê hatin nîşandan. Kesû karên şehîden Roboskiyê li wê derê bûn, ew êşa giran cardin ber çavê wan re derbas bû.

Kesûkarên qurbaniyamn behsa xwe û jiyana xwe ya piştî komkujiyê kirin. Yek ji wan hebû ku dema derket ser mikrofonê hêstêrên çavan herikîn.

 

Xerîbe (Garibe Urek) yê jî di vê komkujiyê de mirovên xwe winda kirîbûn. Lê dezgirtiyê Xerîbê jî di vê komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû.

Xerîbê di axavtina xwe de  got: Dezgirtiyê min hê 19 salî bû. Emê meha Gulanê bizewicîna.Min xeyal û xewnên xwe hemî li ser xwe û wî ava kirîbûn.Xewn û xeyalên min jî li gel dezgirtiyê min kuştin. Ji wî şûn ve hinek weneyên dezgîranê û gustîlka wî maye. Xeyala wî tenê ew bû ku, em ji xwe re hêlînek bi xweşî ya evîniyê ava bikin.

Rojevakurd

Balkêş e ?
Close
Back to top button