Cîhan

Zhirinovsky: Tirkiye dixwaze êrîşî kurdên Sûriyê bike

 

Serokê Partiya Lîberal a Demokratîk a Rûsya Vladimir Zhirinovsky ku partiya wî di hilbijartinên dawî de ji sedî 11,67-ê dengan bi dest xist, rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand û îdîa kir ku dê Tirkiye êrişî kurdên Sûriyê bike û kurdên başûrê Kurdistanê jî têxe nav vê plana xwe.

Li gor malpera Rosbalt, serokê Partiya Lîberal a Demokratîk a Rûsya Vladimir Zhirinovsky derbarê Sûriyê de wiha axifî: “Berî her tiştî Tirkiye dixwaze li gor berjewendiyên xwe êrîşî kurdên li bakûrê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bike û bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) jî têxe nav vê planê.”

Zhirinovsky got: ‘’Sûriye welatekî serbixwe ye. Divê Rûsya bi her awayekî piştgiriyê bide vî welatî û nehêle mudaxeleyeke leşkerî li hemberî vî welatî bê kirin. Divê mudaxeleyên bi darê zorê li ser Sûriyê çênebin. Mafê vetokirinê yê Rûsya û Çînê heye. Divê neyê jibîrkirin ku dikarin rêyên manewrayê bi kar bînin û dê ev yek li herderê bibe sedema rijandina xwîna zêde.” 

Serokê Partiya Lîberal a Rûsya wiha dibêje: “Tirkiye jî divê mijarê de bê par namîne û dê ew jî bikeve dewrê. Ji ber ku berjewendiyên wê hene, xwe wek parêzvanê demokrasiyê dibîne û hewl dide wek welatekî qaşo demokratîk de dest bixe nav karûbarê Sûriyê. Berî her tiştî dixwaze li gor berjewendiyên xwe êrîşî kurdên li Bakurê Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) bike û Bakurê Iraqê (Başûrê Kurdistanê) jî têxe nav vê planê. Armanca serekê ya Tirkiyê ew e. Lê divê em ji bîr nekin ku dê li hemberî Îranê jî di havînê de şerekî dijwar dest pê bike.”

 

Back to top button