Mîranî: Em tenê dikarin rê nîşanî kurdên rojava bidin

Sekreterê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê, Fazil Mîranî di vê hevpeyvîna ligel Rûdawê de behsa avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê, boçûnên partiya xwe derbarê pêkhateya vê hikûmetê û beşdarîkirina opozisyonê dike. Ew bi pêwîst dizane ku pêwîstiya herdu aliyan bi wê yekê heye ku dubare rewşa xwe di ber çavan re derbas bikin. Mîranî herwiha derbarê kongreya nîştîmanî ya Îraqê bo çareserkirina tengasiya niha ya siyasî li Îraqê dibêje ku serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî amadeye li Bexda jî beşdarî wê kongreyê bibe, lê bi mercê ku amadekariyên pêşdem bo kongeryê hatibin encam dayîn.

Rûdaw: Li ser asta Îraqê niha amadekarî ji bo kongreya niştimanî tên kirin, lê Hevgirtina Îraqiye da pêşiya encaman û serokê wê Eyad Elawî got eger kongre bi ser neket, bila Hevgirtina Niştimanî ya Nûrî Malikî rabikin û kesekî din bikin serokwezîr, an jî hilbijartinên pêşdem bên kirin. Hûn ligel wêya ne ku Malikî bê rakirin?

Fazil Mîranî: Nexêr, em wek Kurd nabin serê rimê bo ti kesî. Em hewl didin peymana Hewlêrê serî bigire, demeke diyarkirî datînin bo cîbicîkirina wê. Pêbendiyên serketina kongreyê jî ji vir dest pê dikin. Lê belê eger Malikî amade nebû van tiştan bike, kongre têk diçe û wê demê kongre neyê girêdan baştir e. Bi baweriya min ev gaveke erênî ye ku Hevgirtina Îraqiye dibêje Malikî rakin û yekî din ji Hevgirtina Niştimanî deynin, berê digotin her divê Elawî serokwezîr be, ev xaleke alîkare ji me re. Lê pêwendiya me û Şîeyan ne pêwendiya miletekî û serokwezîrekî ye, lê pêwendiya miletekî û mezhebekî serekî yê Îraqê ye. Lewra ev kes eger sibe jî nemîne, hevbendiya me û Şîeyan her dimîne, lê em nabin beşek ji hevrikiya mezhebî. Kêşeya me ya netewî heye û em dixwazin bi rêya destûr çareser bikin. 

Rûdaw: Lê tê hestkirin ji dema ku ev krîz peyde bû, Kurd û Sunnî zêdetir ji hev nêzîk bûne.

Fazil Mîranî: Sunniyan xwe nêzîkî Kurdan kirine. Sunnî bûn ku dijî maddeya 140ê bûn û dijî destûr û federaliyê bûn û bi ser de jî dijî hebûna baregehên partiyên kurdî bûn li Musilê, dijî yasaya petrolê û butçeya Pêşmergeyan û her tiştî bûn. Jixwe ew ne Şîe bûn, Şîe bo van hemû xalan amade bûn, lewra em ji wan nêzîktir bûn. Rast e, em wek mezheb Sunnî ne, lê zêdetir nêzîkî Şîeyan in, ji ber ku daxwazên me qebûl dikin. Niha jî ku Sunnî hatine û dibêjin me helwêstên xwe yên berê serast kirine tiştekî baş e. Hatine dibêjin hinek ji me tundrew bûn û hişk bûn li hember gelê Kurd û hinek ji helwêstên me li hember Kurdan ne rast bûn, ev pir baş in, lê van tiştên ku li cem me dibêjin bila keremkin bi awayekî eşkere di medyaya xwe de bêjin. Çawa vekirî li dijî daxwazên Kurdan bûn, niha jî bila vekirî bêjin maddeya 140ê rewa ye û federalî bo Kurdan mafekî destûrî ye, bêjin ku ji sedî 30ê xelkê Mûsilê Kurd in.

Rûdaw: Çend caran hat ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê naçe Kongreya Nîştimanî ya Îraqê, eger li Bexdayê bê sazkirin. Ew ji ber çi naçe?

Fazil Mîranî: Bi rastî serok tiştekî wisa negotiye, nexêr serok wê biçe Kongreya Nîştimanî, lê bi mercê ku komîteya amadekariyên kongreyê pêwîstiyên serketina kongreyê misoger kiribin. Em kongreyê saz nakin tenê bi armanca sazkirina kongreyê. Ango Mam Celal û kek Mesûd bi hemû giraniya xwe ya siyasî biçin kongreyê rûnin, rûxweşiyê bikin, nan bixwin û ti lihevhatineke siyasî jê dernekeve, bi taybetî ku ev kongre bi pêşdestiya Kurdan bi xwe bû. Pêşdestiya Mam Celal bû û kek Mesûd piştevanî lê kir. Me gotiye ev kongreye û divê beriya wê li ser xalên rûniştî lihevhatin bê encam dayîn, lê ne ku hemû gotûbêjan bibin nava kongreyê. Ji ber ku kongre eger bi vê corê be ew sernakeve. Ti pirsgirêkeke me derbarê cihê sazkirinê kongreyê de nîne, li Bexda, Mûsil, Kerkûk yan Silêmaniyê be. Bo me cîh ne girîng e, lê niyet û encamên kongreyê girîng in.

Rûdaw: Ango kek Mesûd diçe?

Fazil Mîranî: Eger lihevhatineke pêşdem hatibe encam dayîn, ji ber ku ev di berjewendiya Îraq û Kurdan de ye jî. Çend baş e ku kongreyeke nîştîmanî ya Îraqê di vê rewşê de bi pêşdestiya Kurdan bê encam dayîn û Kurd bibin “hêka qepanê“ ji ber ku ev demek bû digotin “êdî Kurd ne hêka qepanê ne“. Lê diyar bû ku her wisa ye û em divê ser vê rolê berdewam bin û vê hevsengiyê biparêzin. Bingeha Kurdan di vê proseya siyasî de ne tenê ji ber 50 kursiyên parlemenê ye, lê ji ber giraniya netewa Kurd e û ji ber serkirde û rêberên Kurdan e.

Rûdaw: Gelo kabîneya dahatî di warê hejmara wezaretan weke xwe dimîne?

Fazil Mîranî: Bi baweriya me ev hejmara wezaretan eger zêde nebe, ne kêm e. Xala duyem, ev stûnên ku di dema xwe de hatine danîn bi razîbûna herdu aliyan bû. Xala sêyem, ev dimîne ser encamên mufateheya opozisyonê. Eger opozisyon hat nava hikûmetê, wê demê bêguman wê ev stûn bên têkdan û ev wezaret hemû bo PDKê û YNKê namînin.

Rûdaw: Hûn amade ne wezaretên girîng bidin opozisyonê, eger beşdar bibin?

Fazil Mîranî: Eger ew biryara hatina nav hikûmetê bidin, em ê civînan pêkbînin û wê demê wê cidîbûna hevpariyê bikeve rojevê. Em eger piştrast bin ku ew bi niyeta hevpariyê ligel me ne, wê demê ev wezaret di destê Goran yan YNK û PDKê de be, ne girîng e. Wezaret girîng e, lê ji vê girîngtir ev wezîre ku tê destnîşan kirin. Ez bi xwe dibînim ku hemû wezaret girîng in, ji ber ku eger ne girîng bin, ew nabin wezaret, lê kî wê li serê wan wezaretan be? Em û YNK û aliyên ku beşdarî hikûmetê dibin divê em xelkê bo xebatê bibînin, lê ne karî bo xelkê bibînin. Em divê îmkanan bibînin û wan tevlî hikûmetê bikin, ji ber ku erkekî gellek mezin ser vê hikûmetê heye. Erkên siyasî, aborî û xizmetkirinê. Loma pêwîstiya me bi wê yekê heye ku em xelkên xwedî îmkan peyda bikin. Vêca ligel vê divê em encamên hilbijartinan jî bigrin berçav bo dabeşkirina wezaretan. Lê hêviya min eve ku opozisyon beşdarî vê hikûmetê bibe û em vê weke meseleyeke girîng dizanin. Loma divê PDK û YNK sînga xwe firehtir bikin û destê wan jî vekirîtir be.

Rûdaw: Behsa wê yekê dihat kirin ku yek ji mercên Nêçîrvan Barzanî bo wergirtina hikûmetê ew bû ku desthilatên wî hebin?

Fazil Mîranî: Em weke PDK bi şêweyekî tevahî piştevaniya wî dikin. Carên berê eger bi rêjeya ji sedî 2 destêwerdana partîtî hebûya, vê carê ji sedî nîv jî desttêwerdan di karûbaran de nabe. Me biryar daye em bi hemû şêweyan piştevaniya vê hikûmetê bikin. Cenabê Mam Celal jî soz dayê ku bi tevahî piştevaniya wî bike.

Rûdaw: Nêçîrvan Barzanî dixwaze di vê hikûmetê de çi pêkbîne?

Fazil Mîranî: Dixwaze ji berê vekirîtir be ligel gelê xwe, vekirîtir be ligel medyayê û ligel opozisyonê, herwiha hikûmeteke saziyan avabike ku destêwerdana partîtî têde nebe.

Rûdaw:Nîvê vê mehê şandeke opozisyona sûrî bi serokatiya Burhan Xelyûn hat Hewlêrê û Serokê Herêma Kurdistanê dîtin. Tê gotin ku ev serdan ji bo hevnêzîkkirina Civata Niştimanî ya Kurd û opozisyona sûrî di bin banê Civata Niştimanî ya Sûrî de bû. Ev yek rast e?

Fazil Mîranî: Serokatiya Herêma Kurdistanê, ne ku YNK û PDKê, pêşî hewl da ku Kurdên Sûriyê bike yek. Tirsa me ew bû ku parçe bibin û hinek ji wan herine cem desthilatê û hinek herine ba opozisyonê û di encamê de tiştekî bi dest nexin. Cihê mixabiniyê ye ku ne tiştekî zelal ê opozisyonê ji bo Kurdan hebû û ne jî hikûmeta Sûriyê tiştekî berçav ji Kurdan re kiriye, lewra bi me baş bû Kurd lez nekin û nebin beşekî çalak ê opozisyonê û alîkariya hikûmetê jî nekin li dijî opozisyonê, di vê navê de wek çavdêr bimînin. Dûre opozisyonê bi xwe daxwaz kir ku li vir aliyên kurdî bibînin, lê em ji bona Kurdên Sûriyê nabin biryarder, em tenê dikarin rê nîşanî wan bidin. Em di wê baweriyê de ne ku raya opozisyona sûrî li hember daxwazên Kurdan guheriye. 

Nerîna min :