Tunis peywendiyên xwe digel Sûriyê dibire
Serokdewletê Tûnisê jiber zêdebûna rêjeya kuştiyan ji aliyê rejîma Sûriyê ve biryar da ku, ssefîrê Sûriyê biqewtîne û çi danpêdanê bi desthilata li Şamê neke.
Şeva borî, hêzên artêş û ewlekariya Sûriyê bi tank û topan êriş birine ser taxê Xalidiye li nav Himsê û komkujiyekê derheqê xelkê wê encamdan û di encama komkujiyê de 337 kes hatine kuştin û 1300 kes jî birîndar bûn.
Serokdewletê Tûnisê Munesêf el-Merzûqî li ser rûpela xwe ya Facebookê ragihand, “Tûnis karûbar û amadekariyên xwe dike ku, sefîrê Sûriyê biqewtîne û çi danpêdanê bi desthilata li Şamê neke.”
Herwiha Serokdewletê Tûnisê hevxemiya xwe ligel gelê Sûriyê derbirî û got ku, bi tenê bi nemana Beşar Esed û desthilatawî rewşa Sûriyê çareser dibe.
Li gorî Yekîtiya Hemahengiyên Şoreşê li Sûriyê, di xwepêşandanên duhî yên di bin navê “Hema li me bibore” de, 42 kes hatine kuştin û piraniya wan li navçeyên derdora Dîmeşq û Helebê bûn.