Polîtîk

Ji Efrînê jî ev nûçe digihin

Îro li Efrîna rojavayê kurdistanê heval û dostên PYD ê baskê PKKê li rojavayê kurdistanê û surî yê karekî gelek xemgîn encamp daye û PYD ketîye di xizmeta dewleta surî de, Dîsan li gorî zanyarîyan endamên PYD li dijî serhildana ko li dijî dewleta Surî dihat kirin derketî ye û bi hemo karînên xwe hewl daye rê li ber serhindana dijî Beşar Esed û rejîma wî derkevin kolanan..

Ev demeke hêzên PYDê boyne dardestê dewleta Surî û her roj li dijî kurdan bi taybetî xortên Efrînê xebatên xwe di meşînin, Hêzên emnîyeta Surî serokatîya xwe piştrast kirîye ku li Efrînê çi serhildan li dijî dewletê çênabin ji berk u bi hevkarîya PYD rê nayê dayîn xortên Efrîn serhildanê bikin.

Ji alîyek dinve û li gor nuçeyên ku ji Efrînê tên hêzên PYD dikin ku bi şêweyê hêzên dewletên serçavên xwe digrin û da dikevin kolanan bi armanca ku xortên Efrînê çav tirs bikin. Li hember van hewlên xortên PYD , hêzên kurdistanî yê azadî xaz yên ku di şoreşa azadîyêya di tekoşînê dane , ew rênadin ku mebest û pilana PYDê pêk were û xwîna kurda bi destê kurda bê rijandin.

  Tovî / Kurdportal:Efrîn                                                                                              

Back to top button