Li Batmanê 41 kes hatin girtin
Îro berê sibehê li Batmanê di çerçova operasyonên KCK-ê de polisan ser gelek mal û cihên endamên BDP-ê girtin û lêgerîn pêkanîn.
Di encama van lêgerînan de 41 kes hatin binçav kirin. Di nav kesên ku hatîn binçavkirin de endam û berpirsên BDP-ê, hinek berpirsên şeredariya Batmanê û herweha berpirsên hinek dezgehên sivîl ku li ser KCK-ê ve tên hesibandin hatin binçav kirin.
Di vê derbarê de waliyê Batmanê daxuyaniyek da û got ev operasyonên vê sibehê li Batmanê û 7 bajarên din hatiye kirin. Polîsan li ser fermana dozerê xwedî desthilatdariya taybet ev kes binçav kirine û dê wan teslîmê dozeriyêbikin.
Di operasyonê de cîgirê serokê şeredariyê Serhat Temel, cîgirê serokê BDP-ê yê Batmanê Selim Aratemur, serokê sendikaya karkeran ya şaxê Batmanê Halit Yakut, Muzafer Çinar, Ali Saripinar, Ahmet Eşiyok û Cafer Kurt di nav kesên ku hatîn girtî de ne.
Rojevakurd