Civak

Sê partiyan li bakur çalakiya xwe betal kirin

Em Pîrozbahîyên Newrozê û Bibîranîna Jenosîda Helepçeyê Betal Dikin

Me wek HAK-PAR, PAK û PSKyê biryar dabû ku, li Amed û Stenbolê bi hevre Newrozê pîroz bikin û herweha li Amedê jî bihevre Jenosîda Helepçeyê bibîrbînin. Di vê derbarê de jî me amadeyîyên xwe temam kiribû.

Lê jiber Vîrusa Koronayê, em mecbûrin civata xwe ji xeterîya nexweşîyê biparêzin .

Bi vê hestyarîyê , em dixwazin gelê xwe agahdar bikin ku, em pîrozbahîyên xwe yên Newrozê yên li Amed û Stenbolê û bibîranina Helepçeyê ya li Amedê betal dikin.

Em bangî hemû hemwelatîyên xwe û hemû mirovahîyê dikin ku li himberî Vîrusa Koronayê tedbîrên pêwîst bigirin û xwe û dor û bera xwe ji vê xeterîyê biparêzin.

14.03.2020

HAK-PAR(Partîya Maf û Azadîyan)

PAK(Partîya Azadîya Kurdistanê)

PSK(Partîya Sosyalîst a Kurdistan)

Back to top button