Civak

Pêşmergeyên Tendirustiyê

Helbet her kes dizane Pêşmerge, ew kese ku ji bo aramî û parastina xelkê xwe yê Kurd û Kurdistanê canê xwe gorî dike û li pêşiya mirinê dibe çeper û mertal. Pêşmergeyên Kurdistanê li şerê Daîşê de erkê xwe bi serkeftî bi cîh anî û beranber dijminan canê xwe gorî kir û qurbaniyên mezin dan û cîhanê de navûdengê Pêşmerge bi parastvanên cîhanê belavbû.

Niha jî piştî belavbûna virusa Coronayê li torên civakî de çendîn wêneyên pizîşk û kedkar û karmendên Kurdistanê yên westiyayî belavbû. Helbet ew bi şev û roj, ji bo parastina Kurdistaniyan dixebitin û dixwazin welatê xwe û xelkê xwe ji vê virusa Coronayê bê parastin. Ji ber wê yekê jî li torên civakî de, xelk wan bi Pêşmergeyên Tendirustiyê bi nav dike, erk û keda wan bilind dinirxîne.

Ev virusa ku li hemû cîhanê belavbûye ziyaneke mezin li gelek welatan gihandiye, Pêşmergeyên Tendirustiyê jî kar û xebateke giranbiha dikin ku welatê wan û xelkê wan kêmtirîn ziyanê bibînin û li hemû cîhanê de bibin mînak û nimûne. Wekî her kesekê niştimanperwer em jî vê keda Pêşmergeyên Tendirustiyê bilind dinirxînin û li vê şerê virusa Coronayê de ji wan re serkeftinê dixwazîn.

Rojeva Kurd

Back to top button