Polîtîk

Me hîç texmîn nedikir hunermendek henekên xwe bi tarîxa Kurdistanê bike

Kurê Pêşewa Qazî Muhammed Elî Qazî li ser gotinên hunermend Şivan Perwer ên di NRT TV de, ku nasnavên serokên Kurdan ên wekî; Şêx, Mîr, Seyîd û Qazî bi zimanekî piçûkxistinê anîbû ziman got, “Me hîç texmîn nedikir ku hunermendek mudaxeleyî tarîxa sedsalan ya Kurdistanê bike û henekên xwe pê bike”.

Elî Qazî di daxuyaniya ku ji PeyamaKurd re rê kiriye de, dibêje, divê Şivan Perwer lêborînê bixwaze.

“Gelek mixabin ku berî demeke kurt dostekî nêzîkî min beşek ji bernameyeke kanala NRT bo min rê kir ku tê de hevpeyvînek digel hunermend Şivan Perwer hatibû kirin. Pêşkêşkara wê kanalê pirsiyarê ji Şivan Perwer dike “ka tesîra şexsê Ocalan li ser te çi bû”?
Em wekî malbata Pêşewa Qazî Muhemmed rêza me ji bo hemî bîr û boçûnên aliyên siyasî re heye ku her kesek bîr û boçûna xwe bibêje. Lê belê bersivdana Şivan Perwer di vê bernameyê de dilê me êşand ji ber dema ku Şivan Perwer behsa tarîxê û rêberên kurd dike, wan serkirdeyên ku bûne sembola kurdan û yek ji wan cenabê bavê min Pêşewa ye, dema ku navên wan tîne bi uslubeke biçûkxistinê wan wekî şêx, mîr, seyîd û qazî bi nav dike û henekên xwe bi van sifetan (bêjeyan) dike û Ocalan jî wekî ”kurê gel” ku wekî serkirde ”ji nav gel” derketibe li qelemê dide.
Me hîç texmîn nedikir ku hunermendek mudaxeleyî tarîxa sedsalan ya Kurdistanê bike û henekên xwe pê bike, ji ber ev mijarek e ku ne karê wî ye û hîç têkiliyeke vê yekê bi huner û muzîkê ve nîne. Ji bo agahdariya cenabê wî, divêt ew bizane ku bi gotinên wî unwan û giraniya serkirdeyên miletê kurd nayên guhertin.

Ez wekî yadgar û kurê Pêşewa Qazî Muhemmed bi navê xwe û malbata xwe, em ji Şivan Perwer dixwazin ku daxwaza lêborînê bike!”

Elî Pêşewa Qazî Muhemmed (Kurê Reş)
3/3 2020

Back to top button