Tirkiye karta penaberan jî ji destda
Karta penaberan ku di destê tirkiyê de, wekî karteke gef û tehdîdê bû ji bo Ewrupa niha ew kart jî hate bikaranîn û hîç karteke dinê zext û fişarê di destê tirkiyê de neman. Niha pirsayara ewe tê kirin, gelo li beranber de wê Ewrupa çi kartekî nîşa tirkiye bike.
Tirkiye piştî ku deriyên xwe ji bo penaberên Suriyê re vekir, li van çendîn salan bû ji Ewrupa û civaka navdewletî bi navê alîkarikirina penaberan hevkariyeke baş werdigirt. Her wiha her danustandinek li gel Ewrupa û civaka navdewletî bihata kirin karta penaberan wekî fişar û zext û gefekî li dijî Ewrupa bikardianî. Piştî ku li Idlibê bi sedan leşkerên tirkiye hate kuştin bi awayeke rêkxistî bi zorê penaberan berev sînorên tirkiye ve şand û artêşa ragihandinê jî li ser sînoran komkir û xwest Ewrupayiyan ji van penaberan bitirsîne.
Lê heta niha Ewrupa beranber vê karta tirkiye hîç kartekî bikarneaniye û gelek kes çaverêya helwest û kirdarên Ewrupaye li dijî tirkiye. Pîspor jî didin zanîn ku tirkiye di vê rewşê de xwe zêdetir tuşî kêşeyan kiriye û eve jî wê bibe sebep ku alîkariyên ji Ewrupa dihat êdî neyên û her wiha Ewrupa jî dijî tirkiye hinek kirdarên meydanî bike û eve jî wê aboriya tirkiye serûbino bike.