Nivîsar

Bila ev rojne roja xwuda ba

Hun ji der ve hatin bune bela serè me  Kurdan û cînarèn me. Min di beşa nivîsa  li ser Hatina Selçuqî ya , hatina Kurdîstanè  nivîsandi bu . Vè car jî li ser zordarîya li gelè me û li min û Malbata min buye bînim ziman . Lè borîna xwe ji we xwendevanan  dixwazim, ku hun nebèjin gelo çima? qala xwe dike. Dema  ku ez zarok bum ,  di mal de cînar û Rusipîyèn me  diaxivîn,  Qala du mijaran dikirin.  1 Dema çibun Leşkerîyè, zordarîya ku hati bu serè wan  ji hev re digotin. Ku bi Tirkî nizanî bune, xwendin û nivîsandina wan  tunebuye  binin ziman. Bi teybetî jî Ba vè min. 2 Qala Mihacirîèyè ( dema li Serhedè  ji ber  hatina Uris ku revî bun, çibun  bajarèn der ve ) Heya ku  çend salan şun de vegerîyabun welatè xwe. Bi dehan Zarok , Bira , Xwişk û xismèn xwe winda kiri bun.

 Ez di van  hîs û maceran de hatim temenek,van gotin û èşa wan  min bi zin dî dît. Cara yekem   Qereqol û Cendirme  hatin  herèma me, hemu Mirovèn me li rasta Gund   kom kirin û  li wa dan . Bavè min jî di nav wan da bu , lè ? çend kes bi tirkî dizanî bun. Bi vè awayè  min Leşkerè Romè  nèz ve dît. Min li bal Seyda yè Gund  Medrese dixwend , Seydayè min mirovek zana û  Welat hiz bu.  Dure  Ez çum Gundek  mala Meta xwe  Dibistanè xwend .Ew Gund  li Desta Muş è  Gundek mezin û   Gundè Ermena bu. Gun dè li Muş è  bi sedan gundèn Ermana bun . Li vè Gundè Dewletè çaçan,Laz û Tirkan bi cîh kiri bun. Min li bal Medresa wè derè  li bal Seyda di xwend. Seydayè min û Malbata xwe du re,  Koçberè Avrupayè bun. Dema ku  ez bi Betlana Dibistanè de dihatim Gund, Şewqekî bi hiv û sitèrk   li serè min bu. Bavè min pir kèf xweş di bu. Lewre hesab û  dayîn û stendinè  min dizanî bu. Nameyèn  zarokèn Gund  ji Leşkerîyè dihatin min di xwend û divîsand. 

Dure zewicim  ,çum Leşkerîyè û Ketibum karè Dewletè  di Qadroyè de dı şixulim û  di bajèr de bi cîh bum. Rewsa min a Aborî û ya  Malbata min hal xweş bun.  Ji ber ku ez di Rèvebirîya  Partîya Hep è de  bum,  ser mala min Min girtin  zèdeyè Mehek di bin çav de mam  û dure avîtin Zîndanè. Min çewan Zarokatîya xwe de Gundîya û Bave xwe dîtibu  wisan jî Leşker û Polîsan li min da bu. Idî  Leşkerîya Bavè min an jî Serpèhatîya Mihacirî û Koçberî  bala min ne di kişand. Zindan  û bajaran  gerîyam ,Piştî salan  Min berdan . Min ji kar avîtibun em çune, Metropolè Tirkan,li wir jî  vè car min û zarokèn min ve girtin û işkence û dure avîtin Zindanè  Piştî Bavè min û Gundîya , vè car ji ez  bum şahidè zarokèn xwe û  Qèrin û hewara wan. Dure min berdan  ji neçarî Derketim Avrupa . Hîn zarok hatin bal me û  hîn jî mane li Metropolan . Dayîk û Bavè min  Temenè wan 80 salîne me hev nedîtîye . Lewre piştè salan zindanè  Cezayek giran  dabun min.

Xortek min Parîsè  zewicî bu  Zarokek wan  bi bu,  çibun Konsolosa  Tirk  ji ber ku navè wî  Merwan ( W) bu , qeyit nekiri bun. Me dabu Rojnamè û Tv yan Nasnama wî ya Firansî heye, lè  nikare  here  Tirkan , lewre ew jî wek min  li gorè wan  ‘Terore’ Min dît ku li bavè min û Dayîka min dan, Zarokèn min jî li bal min bun û min wan jî dît  û bum Şahid. Nebîyè min jî bè  Nasnameye. Li ben da Biharek  ku gelo ? çi dem û wext  Azadî were  Welatè min. Ez di pirsim Ji Oldar –Bawermend û Mirovèn Rewşenbîr û Adil .  Ne Camèran Di 1071  de hatin me derîyè xwe ji wan re vekir. Ew bun xwidan ziman Ol û Rèxistin  Lè ? Ka mafè min  . Dayik û bavè min, Zarokèn min û   Torinè min an jî nebîyè min

Bè Ziman , bè Medrese, Mizgevt , Semah û Cem , Dergah û Lales, Ka em bira Bisulman bun ?. We Şèx , Pîr  û hemu Rèberèn me dar vekir ? Ez dema dia û dilxwazîkî ji Xwida dikim , bi Xwida re bi Kurdî  Diaxivim û xwe  tînim ziman Lè ?   Dagirker , dibèn Zimanè we Kurdan nîne û  qedexeye. Bi navè  Ola Yezîdè Lawè Mawîye , çewa ku serè ïmamè Huseyin jèkirin, îro jî Bi navè Ola Seraya  çeteyan bi Hezaran Dayîk , xwîşk û bukèn me Kurdan  li Sukan kirîn û firotin. Bi navè ‘Ayeta’ Fethè welatè me dagirkirin  û serîyan jèkirin.   Nizanim gazin û Lewmè xwe li kè an kî bikim ?. Lè destè xwe radikim wiha dibèjim .  Bila ew roj ne roja Xwida ba ku  hun hatin Welatè min . Lewre Ez  , Dayîk  Bavè min , Zarokèn min, Nebîyè min û  heskirîyèn emè li bal hev buna .   Vè nivîsa min dîyarî yè Kesèn li Zîndan û Koçbrîyè  ne 

 Feyzî Mirhesen / Parîs

Back to top button