Polîtîk

Peywendiyên Kurdistan û Çînê baştir dibe

Îro 24.02.2020 Kemal Muslim Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê serdana Konsolxaneya Çînê ya li Hewlêra paytexta Kurdistanê kir û li gel Ni Ruchi Konsolê Çînê li Hewlêrê civiya.

Di civînê de Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê xemgîniya xwe beranber vê rewşa ku ji bo virusa Corona li Çînê dirustbûye ji bo Çîn û xelkê Çînê derbirî. Her wiha da zanîn ku hemahengî û hevaltî û peywendiya di navbera Kurdistan û Çînê de berdewam dibe.

Ni Ruchi Konsolê Çînê li Hewlêrê jî ji bo vê serdanê û hestên wan beranber Çînê de, spasiya Kemal Muslim Wezîrê Bazirganî û Pîşesaziya Kurdistanê kir û tekez kir ku Çîn demeke nêzîk de ji vê qeyranê rizgar dibe û peywendî û hemahengiya li navbera her dû aliyan jî baştir dibe.

 

Back to top button