Berwarî rola Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûnê bilind nirxand

Nîvroya îro dûşem 24/02/2020 Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li gel rêzdaran Berpirs û Endamên Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûna Partiya Demokrata Kurdistanê civiyan.

Di destpêkê de birêz Taha Berwarî Birêveberê Nivîsîngehê ji bilî bixêrhatina wan, silav û rêzên rêzdar Nêçîrvan Barzanî Cîgirê Serokê PDK bi wan gihand û bi navê rêzdar ve destxweşiyê li wan kir û rola Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûnê û bi serdankirina navend û organên PDK de bilind nirxand.

Paşê birêz Mesûd Saleyî Berpirsê Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûnê ji bilî derbirîna xweşhaliya xwe ya rexsandina derfeta civînê, her wiha bi kurtî di derbarê kar û çalakiyên desteyê li serdankirina tevahiya organên hizbî, amadekirina çend raporek ji bo çareserkirina kêşeyên navendên hizbî, dirêjedana proseya nirxandin û dûvdaçûn, stratejî û plana nû pêşkêş kirin ku ev hengava wan encamên erênî dibin.

Nirxandina rewşa navxweya Iraq û Kurdistanê bi giştî, rola birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Kurdistanê li hengavên ji bo yekxistin û parastina yekdengiya nav mala Kurd, karkirina li ser bi cîhkirin û bercestekirina rêbaza Barzanî ku li girîngtirînê wan bingehên wekhevî û edaleta civakiye, aliyeke dinê vê civînê bû.

Her li civînê de çendîn pirsên dinê di derbarê proseya çavdêrî û dûvdaçûna organên PDK ji aliyê endamên desteyê ve hatin pêşkêş kirin û hejmarek pêşniyazan jî xistin rû.

Li vî derbarî de birêz Taha Berwarî amadehiya Nivîsîngeha Cîgirê Serok ya ji bo piştevanîkirina kar û çalakiyên Desteya Çavdêrî û Dûvdaçûna Partiya Demokrata Kurdistanê û hemahengîkirina li gel wan ya bi mebesta serxistina karên wan derbirî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: