Roja Me armanca xwe eşkere kir
Îro rêkefta 23.02.2020 li Zanîngeha Zaxo semînerek ji bo eşkere kirina armanca derxistina kovara Roja Me ji aliyê Dilêr Dilêrin Sernivîskar û Xwediyê kovarê birêveçû.
Di semînerê de Dilêr Dilêrin Sernivîskarê kovara Rojan Me da zanîn ku piştî derketina hejmara 3 ya kovarê eve yekemîn semînera kovarê ye ku li Zanîngeha Zaxo hatiye encamdan û her wiha dane zanîn ku dê bajarên dinê Kurdistanê jî çendîn çalakiyên cûr bi cûr encambidin. Dilêrîn bi têr û tije behsa armanca kovarê û di vê çarçoveyê de hezkirina xort û lawan û rewşenbîrkirina civakê û pêşxistina niştîman kir.
Dilêrîn got: Armanca herî serekiya kovara me xizmetkirina niştimane, girîngî dana bi ziman û dîrok û pêşxistina welat û rewşenbîrkirina take kesên Kurde, di nav civaka me da û peyrew programa me ji bo xort û lawên zanist xwazane.
Hêjayî gotinêye ku kovara Roja Me, kovareke demsalî ye û ji aliyê xwendekarên Zanîngeha Zaxo û xort û lawên bajarê Zaxo ve tê derxistin.