Hevpeyvîn

Mesrûr Barzanî: Kurdistan cihê aştî û pêkvejiyanê ye

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Kurdistanê: Herêma Kurdistan cihê aştî û pêkvejiyanê dimîne

Mesrûr Barzanî Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li hevpeyvîneke li gel kanala televizyona (TV2000) ya Îtalî de, behsa serdana xwe ya li gel Papayê Vatîkan û rewşa pêkvejiyana li Herêma Kurdistanê kir.

Di derbarê serdana xwe ya Papayê Vatîkanê de, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê got: “Civîna me ya li gel Papayê pîroz, ji bo me cihê şanaziyê bû, me spasiya gelê xwe gihande cenabê wî û me daxwaza piştgîrî û nizayê ji bo aramiya navçeyê û gelê xwe lê kir”.

Her wiha got: “Kurdistan bûye cîheke aram ya gelek ji wan xelkên ji destê Da’îş direvin, şanaziyê bi wê yekê dikîn ku me kariye pêşwaziya ji milyonek û 100 hezar kesan bikîn ku he jî hezar kesên penaber ji Sûriyê hatin, me evan babetan ji bo Papa behs kir ku zanyarî û agahdariyeke baş hebû û hevrê bû li gel me û pêzanînên xwe ji bo wan tiştên ku encam didîn hebû”.

Li bersîva pirsiyara wê yekê ku Kurdistan çawa muamele li gel pêkhatên olî dike, Serokê Hikûmetê got: “Kurdistan axa aştî û pêkvejiyane, bi dirêjahiya çendîn sedsalan wiha bûye û dixwazîn berdewam bîn û her wiha bimînîn. Em bi kemîne wan bi nav nakîn, ji ber ku wan xelkan baweriyeke din heye. Ewên dixwazin piştrastbin ku pêwîstiya wan bi cîhek heye, herdem dikarin bêne Kurdistanê”.

 

Back to top button