Civak

Li Şaneder paşmayên nû yên Neanderthalan hate dîtin

Konsolxaneya Giştî ya Amerika li Hewlêrê ragihandiye ku dubare şikefta navdarê Şaneder ya li Herêma Kurdistanê dibê cîheke girîngê şûnewarnasiyê û têda paşmayên nû yên Neanderthalan tê dîtin.

Her wiha Konsolxaneya Giştî ya Amerika daxuyaniya xwe de dibêje: Ev peydakirina nû zanyariyên zêdetir dixerû û li nav wan de jî yarmetiya şûnewarnasan dide heta bizanin Neanderthal çawa miriyên xwe veşartine ku dibe ku li rêwresma veşartinê de gulan bikaranîbin.

Berdewamiya daxuyaniyê de didin zanîn ku şikefta Şaneder dikevê ser çiyayê Biradosta ser bi parêzgeha Hewlêrê. Gelo heta niha te serdana şikefta Şaneder kiriye?

Her wiha Konsolxaneya Giştî ya Amerika balê kişandiye li ser raporeke CNN ku li ser axaftina Graeme Barker Zanîngeha Cambridge ve ev lêkolîn hatiye encamdan.

Ji bo zanyariyên zêdetir hûn dikarin li ser vê lînka xwarê rapora CNN jî bibînin.

https://cnn.it/38Jv3Iz

 

Back to top button