
Heyeta ENKSê li Enqere li gel wezîrê derve yê Tirkiye Mevlut Çavuşoglu civiya.
Eve demeke HSD di derbarê yekitiyekî di nava kurdên Rojavayê Kurdistanê de daxûyaniyên erênî dide. ENKSê jî piştî hinek hevdîtina li gel HSDê hinek deverên rojavayê Kurdistanê ji nû ve ofîsên xwe vekirin. Tê zanîn ku Amerika di nava hewldanekî de ye ku, di nava PYDê û ENKSê de hevkariyek pêkwerê û herweha Amerika dixwaze PYD ji siyaseta PKKê dûr bikeve.
Ji aliyek din ve hinek berpirsên HSDê û taybetî fermandarê giştî Mazlum Ebdî dide xûyakirin ku, taybetî Nêçîrvan Barzanî ji bo yekitiyek di nava Kurdên rojavayê Kurdistanê de, dikare rolek berbiçav bileyze.
Di vê dema pirsa Idlibê di rojeva Tirkiye de bûyî babetek sereke û herweha guhertinên li rojavayê Kurdistanê çêdibin, hevdîtina Tirkiye û ENKSê dibe xwediyê girîngiyek taybet.
Aliyên wek PKKê vê helwesta ENKSê rexne dikin. Lê tê zanin ku, gelek cara PYDê û HSD dane xûyakirin ku, eger Tirkiye bixwaze, ew amadene ku li gel Tirkiye hevdîtina bikin.
Gerek mirov du tişta ji hev veqetine, pêwendî li gel welatekî tişteke, eger kurd siyasetê bikin divê li gel welatên cîran jî dayînstandina bikin. Niha eger ENKS li gora daxwaziya Tirkiye pê li hemû berjewendiyên rojavayê Kurdistanê bike û tevbigere, bê guman ev yek bi tundî tê rexnekirin. Lê eger ENKS ji bo parastina berjewendiyên rojavayê Kurdistanê di pêwendiyên xwe de di nava tevgerekî de be, ne mafê kesekiye rexna li wan bike.
Di siyasetê de pewendî tişteke û mirov bibe zilamê aliyekî tiştek dine. ENKS di nava muxalefeta Suri de ye û pêwendiyan jî li gel Tirkiye datîne. Lê eger hinek kes di nava ENKSê de zilametiya Tirkiye bikin jî, ev yek bandorê li siyaseta ENKSê nake. Aligirên PKKê her tiştekî ji bo xwe meşru dibînin ,lê ji bo kesên din xirab li dartêxin.
Piştî hevdîtina heyeta ENKSê, wezîrê derve yê Tirkiye, Çavuşoglu di hesabê xwe yê Twitterê de da xûyakirin ku,“ Me hevdîtinek li gel nûnerê Kurda yê meşru li Suriye ENKSê pêkanî. Me da xûyakirin ku em pişgiriya helwesta wan di nava opozisyona Suri de û vê pêvajoya siyasî de rolê dileyzin dikin. Me daxûyakirin ku zerera herî mezin PKK/YPG dide kurda.
Dixweyê rexne ji bo vê daxûyaniya Çavuşoglu li ENKSê tê kirin. Lê ew kesên rexna ji bo vê yekê li ENKSê dikin, rojane li gel rejima Suriye û herweha li gel Îran û rejima Iraqê jî di nava pêwendiyên germ de ne. Eger Tirkiye rê bidê wan dê bi baz berê xwe bidin Enqere jî. Eger hinek aliyên siyasî yan jî siyasetmedar rexna li helwesta ENKSê bikin jî, ev ne famê PKK û derdoraya wê ye ku, ENKSê rexne bike.
Nûçe/Analîz