Hevpeyvîn

Daxuyaniyên Malikî ne li gor dilê Tirkiyeyê ne

 

Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî di hevpeyvînekê digel rojnameya Wall Street Journal a amerîkayî de derbarê peywendiyên dahatû yên navbera İraq û Îranê de got:

Îraq û Îranê di gelek waran de peywendiyên baş û bi bandor hene. Heta nuha hêceta Îranê ew bû ku leşkerên Amerîkayê  li Îraqê ne û mayê xwe di Îraqê de kir, lê piştî vekişîna hêzên amerîkayî ji Îraqê tu hêcetên Îranê namînin.

Serokwezîrê İraqê di hevpeyvîna xwe de behsa destêwerdana Tirkiye di karûbarên siyasîyên İraqê kir û got: 

Em ji bo hevkariya aborî pêşwaziyê li tikiyeyê dikin, lê em derbarê destêwerdanên siyasî de pêşwaziyê lê nakin. Tirkiye bi piştgiriya çend kesayetên siyasî yan jî partiyên siyasî destêwerdanê dike. Me di demên borî de jî bi berdewamî ev yek red kiriye.

Sefîrê berê yê Tikriyeyê gelek destêwerdan di karûbarên Îraqê yên siyasî de dikir û me ew yek ji Tikiryyeê re got û wan jî ew yek qebûl kir.

Nûrî Malikî di berdewama hevpeyvînê de derbarê helwesta İraqê ya li hemberî bûyerên Sûriyê de jî got: 

Helwesta me li beramber Sûriyê helwestek taybet e. Ji ber em digel Sûriyê cîran in û di demên borî de jî gelek pirsgirêkên me digel Sûriyê hebûn. Tê zanîn ku me di Civata Asayîşê de nerazîbûna xwe li hemberî Sûriyê nîşan da. Tevî ku hemû endamên Yekîtiya Welatên Ereban û Îran li dijî me rawestiyan. 

Em  fikra du tiştan dikin; Ya yekemîn ger Sûriye bikeve di qonaxa şerê ehlî de wê berjewendiyên me bikevin di metirsiyê de. Ya dûwemîn jî dilgiraniya me ya li beramberî rewşa navçeyê ye, ji ber wê li navçeyê alozî çêbibe. Sûriye navçeyek hestyare.

Em ne li dijî berjewendiyên gelê Sûriyê yan jî li dijî hêviyên wan ên ji bo bidestxistina azadî, demokrasî û hilbijartinê ne, em bi giştî digel vê yekê ne. Lê em ne digel baykota aborîne û me ew ezmûn li İraqê dîtiye. Ji ber ku xelkê baca wê yekê da, ne Seddam. 

 

 

Back to top button