Nivîsar

Lingê sîyasetê ya dewleta kûr

Dewleta kûr hêdî hêdî safî dibe, her tim perçeyekî ku safî nedibû hebû… Cara ewil Ecevit navê vê teşkîlatê, wek “Kontrgerîlla” bi nav kir. Ji wir şûnda di hemû bûyerên esrarengîz yên hatin serê me de tilîya vê rêxistinê hebû. Siya Dewleta kûr , yekê Gulanê li Taksim’ê, di sûîqesta Ozal de û li Başurê Rojhilat di salên 90’î de kete ser Tirkîye. Di qezaya Susurluk’ê de cara ewil rûyê xwe nîşanê me da. Di dawîyê de jî bi îddîanameyên Balyoz, Ergenekon û Andica Înternetê em bi awayekî resmî rûqalê hev bûn. Diyar bû ku gelek lingên vê teşkîlatê hene.

Ji salên 2000’î virde ji bo ku lingê eskerî, lingê medyayê û lingê emnîyet û darazê û bi taybetî jî lingê di nava birokrasiya sivîl de safî bibe em xebitîn. Lê lingekî ku heta niha qet dest nehate avêtin heye. Ew jî lingê di siyasetê de ye…

Em dizanin ku hêza vê rêxistinê ya ku di nava eskerîyê de bicihbûyî, heta ku piştgirîya sîyasetê tune be nikarin tiştên zêde bikin. Em dizanin ku di sîyasetê de, destê dewleta kûr, tenê ne Mehmet Agar e. Em fêhmdikin ku li pişt wê hinekên din hene. Em texmîn dikin spekulasyonê dikin lê em nikarin derxin holê.

Lê bawer im êdî dor hate sîyasetmedaran.

Rojnameya Bugün, hefteya borî îmze avêt nûçeyeke dîrokî. Îfadeyên Mehmet Eymur yên ku dane wekîlê Serdozgerê xwedîrayeya taybet.

Govanê nepen M.E. dibêje ku Mahmut Yildirim yê ku bi navê mistear Yeşîl tê nasîn, 3 caran li mala Haci Ali Demirel (Birayê Süleyman Demirel) em rastî hev hatin. Li gorî îdîayên wî Yeşil, cara pêşî di sala 1996’an de, cara dawî jî salekê berê dîtîye. Govanê nepen di îfadeya xwe de gotîye, Yeşil bi talîmata Hacî Elî Demirel gelek înfaz pêk anîye.

Li gorî van îdîayan ji van cînayetan yek jî li wîllaya Hecî Elî Demirel hate kirin. cînayet rojeke ku him M.E û Yeşîl li wîllayê bûn hate kirin. dibêje insanek di hewiz de hate xeniqandin. Paşê bûyer ji polîs re wek qezayeke xeniqînê hate vegotin.

Govan M.E. îdîayên xwe wiha didomîne. “Yeşil ji bo ku pir tiştî dizane nekuştin. Yeşil û hemû ekîba wî hemû ferman û talîmatên xwe ji Demirel distandin. Parastvanên Demirel jî Yeşil dizanîn lê kesek ew li cem Demirel li Yeşil negerîya. 

Hûn jî dibînin ku îdîayên gelekî wehîm in. Helbet ev bi temamî tenê îdîa ne. Lê dozgerîyê bi ser van gotinan de ekîbên tenduristîyê şandine wîllayê. Ev jî nîşan dide ku dozgerî jî ev gotin girîng dîtine. Gava dozgerî vepirsîn bi dawî kir wê biryara vekirina dozê bidin. Di dawîyê de heke îdîaname were hazirkirin û piştre jî were qebulkirin emê her tiştî bi awayekî zelaltir bibînin. Helbet heta ku sucên wan tên ispatkirin emê li wan miameleya mesuman bikin.

Gülay Göktürk

 

(xeberenkurdi.com)

Back to top button