Di parlementoya Tirkiye de li ser butçeyê gotubêj çêdibin û partî dîtinên xwe li ser butçeyê û vê yekêve girêdayî li ser rojeva siyasî ya Tirkiye radigihînin.
Civînên parlementoya Tirkiye bi rêya kanala televizyona parlementoyê bi TRT-ê de zindî tê weşandin.
Civînek ya parlementoyê beşek li ser bûtçeyê de parlementerê BDP-ê yê Stanbulê Sirri Sureya Onder mafê axavtinê stand û li ser navê BDP-ê axavtinek kir.
Axavtina Onder gelek balkêş bû. Onder di axavtina xwe de pê ku nav bide bahsa hatina Kemal Burkay ya Tirkiye kir di vê derbarê de helwesta dewletê rexne kir.
Onder di axavtina xwe de got: Kesê ku federasyonê dixwazê dewletê rewresmek fermî pêşwazî lê kir û di bin ala Tirkî de Quranek diyariya wî kesî kir. Ew hevalê me serdana Diyarbekirê dike xelkê ku pêşwaziyê lê dikin ne kasî nîvê girtiyên doza KCK-ê yên Diyarbekirê bûn.
Berdewambûna axavtina xwe de Onder got: Gelek kes hene ku serxwebûnê dixwazin, federasyonê dixwazin lê dewlet dengê xwe nake. Lê kesên ku dibêjin emê di nav vê xakê de bimînin dewlet ji wan gelekî aciz dibe. Ji bo çi? ji ber ku ew kes sistema dewletê qebûl nakin û dixwazin sistem bête guhertin.Desthilat tehemula kesên ku dixwazin sistemê buguherin nake.
Onder pirsa heyî gelekî mezin e, lê ew pirs ne ji îrade vê parlementoyê mestir e. Eger ev parlemento bixwaze dikarê heftiyekî de vê pirsê çareser bike.
Rojevakurd