Amerika alîkariyên ji bo Kurdistanê berdewam dike
Pentagon daxwazê ji Kongrêsa Amerika kiriye ku li ser alîkarîkirina Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam bibin
Wezareta Berevaniya Amerîka di reşnivîsa bûdceya sala nû da daxwaz ji kongrêsê kiriye ew pereyê ji bo alîkarîkirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê terxankirî bipejirîne.
Pentagon di reşnivîsa bûdceya sala 2021 da xalek ji bo berdewambûna pirçekkirin û alîkarîkirina 12 lîwayên Pêşmerge terxan kirîne û di vê reşnivîsê da hatiye, heke bûdceya pêwîst neyê pejirandin, dê bandorê li ser rû bi rûbûna terorê hebe.
Berdewambûna wan hevkariyên serbaziyên Amerîka yê hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di çarçoveya şerê li dijî terorîstan da, ji bilî wê di dema bihurî da bandoreke erênî li ser şiyanên Pêşmerge da hebû li berengarbûna Da’îş û terorê da, bi heman awayî di paşarojê de berdewambûna wê palpiştiyê û alîkariyên serbazî dê xizmeta asayîşa vê deverê û cîhanê bike û dê rola xwe li serkeftinên hevpeymaniya navdewletiya li dijî Da’îşê hebe.