Polîtîk

Komunistên Kurdistanê piştgiriya Çînê dikin

‎Îro şandek bi nûnerayetiya Partiya Komunistên Kurdistanê, Partiya Zehmetkêşên(Kedkarên) Kurdistanê, Tevgera Demokratîka Gelê Kurdistanê serdana Konsolxaneya Giştiya Çîn li Hewlêrê kir û hevdîtinek bi Konsolê Giştî bi wekalet birêz Wang Shuhong encamdan.

Şanda Komunistên Kurdistanî palpiştiya xwe ji bo cenga Çînê ya dijî virusê Corona derbirî ku Partiya Kominista Çînî dikarê rêberiya gel bike li wî welatî di demên dijwar da û aboriya Çînê gelek bihêztir dibê piştî zalbûna wan ya li vê têkoşînê da.

Birêz Wang spasî seredan û palpiştîkirina şandê kir û her wiha zanyarî li ser wan têkoşînên ku hikumeta Çînê beranber vê virusê li ber digre ku zêdetir belavnebe.

Şanda pêkhatî ji Hîwa Emîr Partiya komunistên Kurdistanê, Newzad Celal, Dilêr Abdallah Partiya Zehmetkêşên Kurdistanê û Nehro Celal, Xelîl Mehmûd Tevgera Demokratîka Gelê Kurdistanê pêkhatibû.

 

Back to top button