Kultur

Ez amademe xulên wênekêşanê ji bo fêrxwazan vekim

Amîna Abdulqadir ji dayikbûya sala 1990 e û li bajarê Dihokê dijî û derçûya Peymangeha Hunerên Ciwane. Keça bajarê Dihokê di dukaneka taybet de karê hunerê şêwekariyê dike û wêne û tabloyan têda dirust dike.

Hunermenda şêwekar Amîna Abdulqadir ragihand: Tabloyên destî û zeytî û şuşeyî û avê çêdikim, vê dawiyê min dukaneka biçuk ji bo pêşandan û firotina berhemên xwe yên hunerî vekiriye û bi wê rêkê dahatekê bi dest xwe ve tînim.

Her wiha Amîna got: Hêviya min ewe bikaribim berdewam bim û aliyên peywendîdar û taybet rêxistinên jinan cihên taybet ji bo hunermendên wekî min vekin bo ku berhemên xwe têda pîşan bidim.

Berdewamiya axaftina xwe de got: Eger aliyên peywendîdar alîkariya min bikin û cihên taybet ji bo me vekin ez amademe xulên wênekêşanê ji bo fêrxwazên wênekêşanê vekim û daxwazê li wan hemû xwendekarên derçuyên Pemangeha Hunerên Ciwan dikim bila xwe li hêviya damezrandinê nehêlin û bila ew jî bi xwe cihên kar vekin û debara jiyana xwe dabîn bikin û şiyanên xwe bêxin pêş çavan ku keça Kurd ji keçên welatên din ne kêmtire.

 

Back to top button