Cîhan

DXB hevkariya Kurdên Yemenê kir

Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî hevkariya mirovî û alîkariyên xwarinê pêşkêşî 140 malbatên Kurdên Yemenê kir ku nîştecihê navçeya “Beyt El Kurdî” bûn.

Li vî derbarî de Mûsa Ehmed Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ragihand yarmetî û hevkarî ji xoreka amadekirî û pêdiviyên din pêkhatibûn ku ji bo her malbatek li gundên Kurdan da ku hejmara nîştecihê wan nêzîkî 700 kes dibin.

Heman demî de Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî li daxuyaniyek da belavkir ku ev hevkariya destpêkêye ku pêşkêşî Kurdên Yemenê hatiye kirin. Rengvedana rêbaza Mela Mistefa Barzanî ye ku herdem girîngiyê bi zarok û gedeyên neteweya xwe dida ku li her cîheke vê cîhanê ‌bin.

 

Back to top button