Cîhan

Îro serê sala Koriyane

Ji ber ku salnameya Koriyan jî li ser bingeha heyvê hatiye danîn salane roja sersala wan diguhere û her sal jî wekî hêma û sembolek ji bo xwe ajalek hildibjêrin û îsal hêmaya wan Circ an ku Sêvleye(mişkên gir).

Lonar an ku Solal jî yekem roja sala Koriye, bi vê helkeftê li welatê Koriya sê roj bîhnvedane, li van sê rojan de jî Korî bi malbatên xwe ve komdibin û ahengan sazdikin.

Roja Solal, salane diguherê ji ber ku li ser bingeha salnameya heyvî hatiye danan.

Li vê cejnê da Korî serdana malbatên xwe dikin û kevneşopiya bab û bapîrên xwe encamdidin. Cilên xwe yên Korî ku navdare bi Han bok li ber dikin, xwarinên kevina Korî dixwin, lîstok û yariyên neteweyî dikin û zarok jî hinek car hinek pere wekî cejnane werdigrin. Piştî xwe çemandina wan ya ji bo bi temenan (Eve rêzgirtineke biçuke li mezinan li keltura Korî da).

Li gor zudyakî ya Çînî ku navdara bi (Burcan an jî bazineya ajalan) ku her sal Lunar bi ajelek ve tê bestin, Lonarê 2020 sala Circe (Sêvleye)!

Li gor nerîta kevin jî Circ hêmaya xweşguzeraniyê û hêvî û derfetane.

 

Back to top button