Nivîsar

Li Davosê Herêmek li nav dewletan da

Herêmek ji navnîşana xwe ya yasayî mezintir, take cografyayek bêyî wê yekê ku dewlet bê, îrade û dûrbînî û siyaseta aboriya dirust xistibê ser nexşeya uze û enerjiya cîhanî.

Herêmek karibe bi kêmtirîn derfet, ji bilî dijayetî û astengiyê geş bibe û bala cîhanê rakêşê, li nav kêlgeha berhemanîna tundiyê da bê û lê belê neku her tovê tundiyê têda neyê çandin, belku eniya yekemê dijayetiya terorê bê, Serokê wê li cenga şikandina efsaneya Da’îş da, Pêşmergeyê meydanê bê.

Herêmek li nav dewruberekî bi rik û tolhildankariyê hatiye dorpêçkirin, bê aman û herdem qeyranê da, lêborînî û aştî û pêkvejiyana kultûrî da bê, li tevahiya Rojhilata Navîn da take navçeyek bê hemû êl û eşîr bi şerhatî, peyrewên ol û mezheban bi hev nakokekan, hêviya xwe ji bo wê bînin û têda milyonan koçber û lêqewimiyên şer parastî bin.

Herêmek bikarê li nav agirbaranê da, nî’meta asayîşê bi astek dabîn bike, neku her nîştecihê wê belku mîhvanên wê, dîblomatkar, veberhêner li her çargoşeyeke cihanê rû lê bikin û bextewer û parastî bin.

Herêmek li navçeyek da ku qeyrana hukimraniyê, nemana pira baweriyê ya li navbera gelan û hikumetan û ji hev veqetîna siyasî navnîşana wê bin, ev berevajî be li ser yekxistina navmalî, çaksazî û edaletxwaziyê, hengav berev hukimdariya dadperwer bibin.

Herêmek li jîngehekî xerîb û namo bê bi demokrasiyê û tejî li takrewî û înkarkarî û asîmîlasyonê da, dest û lapên wê li gel azadî, firehiya siyasî û bihayên serdemiyane da nerm bike, li dewruberekî ruxayî da, avahiyê hilçinê û li nav mirindostiyê da, jiyandostiyê bijînê.

Herêmek bikarê hevsengiya xwe li gengeşeya geşnebuyî ya navçeyê da biparêzê, li nav perçekirdar û hilçûnê da, eqlaniyet û aramiyê ji destnede, çareseriya hêwirbûnê pîşanî bi şerhatiyan bide, xemxurê berdewamiya hevpeymaniya navçeyî û navdewletî bê dijî bi Da’îşê dijminê hevbeş ya me hemûyan, li navbera cîran û dost û hevpeymanan da fakterê hevdû têgihiştin bê, karbike ku gelê wî û gelên êş kişandiyê Iraq û navçeyê jî bi agirê şer neşewitin û axa wan nebê qada yekalîkirina gengeşeyan.

Herêmek bi vê peyam û nêrînê ve bi ezmunekî serketiya degmen li nav jîngehekî pir şikest da, herêmek ku beşek nîne li sedema kêşe û bêbextiyên navçeyê, dikarê beşekî bi bandor û lehengê çareseriyê be, her ji bo wê yekê jî li korbendên cîhanî û li her civatek da nêrîna wî ya çareseriyê bê wergirtin, herdem Kurdistan bi qebareya dewlet, dewletekî bi bandor, vexwendî û rêzlêgirtî û guhdanê.

Peroşî amadekarên Korbenda Aboriya Davos ji bo vexwendina salaneya Serok û rêberên Kurdistanê, bi taybetî jî îsal ku navçe li hejîn û ber pêşhatên tirsnak daye, pêşwaziya şanda Kurdistanê li ser bilindtirîn asta beşdaran, civîna Serok Trump û Serok Nêçîrvan Barzanî da sadetirîn nirxandinê da, nêzîkbûna biryar bi destên cîhane li wê rastiya wîjdaniye herdem Serok Mesûd Barzanî bi guhê wan da dida û digot: Em lehengê têkder nînin li navçeyê da, em karkerê aramiyê ne.

Aryan Ferec

 

Back to top button