Kultur

Zanîngeha Katolikî ya Hewlêrê û Konsolxaneya Amerika navendek vekirin

Îro bi amadebûna Konsolê Giştiyê Amerîka li Hewlêrê û Birêvebirê Ajansa Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê Pêşxistina Navdewletî USAID û hejmarek ji mamosta û xwendekarên Zanîngeha Katolikiya Hewlêrê navendeke fêrkirin û rahênanê li nava Zanîngeha Katolikiya Hewlêrê hate vekirin.

Steve Fagin Konsolê Giştî yê Konsolxaneya Amerîka û John Cardenas Cîgirê Birêveberê Ajansa Wîlayetên Yekgirtiyê Amerîka yê Pêşxistina Navdewletî bi wekalet pêkve li gel Zanîngeha Katolîkî ya Hewlêrê ku wergirtineke nû yê xwendekarên rêxistinê ye beşdarî li vekirina Navenda Rahênan û Fêrbûnê ya li Hewlêrê kirin. Ev navend wane û rahênanênê di derbarê hejmarek şarezayiyan direxsênê û li wê çarçêweyê da zimanê Îngilîzî taybet bi bazirganî û zimanê Kurdî û programên microsoft têne xwendin ku koçberên Deşta Nînowa pêwîstiya wan pê heye, ji bo ku bikarin baştir pêşbirkê bikin ji bo bi destxistina hela kar.

Back to top button