Malbata rehmetî Mecerê Egîd, ji bo beşdariya serxweşiyê daxûyaniyek ragihand û spasiyê dikin.
Daxûyanî:
Bi minasebeta koça dawî ya mezinê me, Mêcer Egîd Muhammed, aliyên siyasî, kesayetên Kurd, Ereb û Krîstiyan û hemwelatiyên me li başûr, bakur û rojava beşdarî di serxweşiya me de kirin.
Gelek aliyan bi rêya telefon û peyaman pêwendî li gel me danîn û şirîkatiya xema me kirin. Di vê roja diltezîn de xelkê me, em bi tenê nehiştin.
Bi navê malbata Mêcerê Egîd yek bi yek spasiya hemû kesekî dikin.
Di serî de;
Spasiya Baregehê Barzan
Serokatiya Herêma Kurdistanê
Serokatiya Hukumeta Herêma Kurdistanê
Hemû partî û dam û dezgehên rojavayê Kurdistanê
Malbat û hemwelatiyên herêmê dikin.
Herweha spasiya hemû dost, heval û xelkê deverê dikin.
Dê her demî wek saxiya Mêcerê Egîd de, deriyê mala me ji hemû niştiman perwerên kurd re vekirîbe. Emê her demî di xizmeta xelkê xwe de bin.
25.01.2020
Li ser navê malbata Egid û Resul
Dijwar Mêcer Egîd