Vîdeo

Neçîrvan Barzanî beşdarî di

Bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û hejmarek rayedarên din 8. Maratona Navdewletiya Hewlêrê dest pê kir.

Heştemîn Maratona Navdewletiya Hewlêrê îro li br deriyê Parka Samî Ebdurehman dest pê kir. Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî û hejmareke zêde ya werzişvanan di wê maratonê de beşdar in.

Herwiha di maratonê de Parêzgarê Hewlêrê, Ferset Sofî û hejmarek berpirsên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevlî maratonê bûne.

Di maratona îro de werzişvanên ji 35 welatên cîhanê beşdar bûne.

Maratona Navdewletiya Hewlêrê di sala 2011 de dest pê kir. Pêşbirkên maratonê li ser sê astên cuda tên lidarxistin, pêşbirka malbatî ku bi dirêjahiya 4 kîlometran e, pêşbirka nîvmaraton ku bi dirêjiya 12 km û maratona temam bi dirêjahiya 42 km ye.

Nêçîrvan Barzanî piştî ku gihîşte xeta dawiyê ya maratonê, derbarê beşdarbûna di maratona îsal de ragihand: “Dema min dirûşma maratonê dît ku behsa pakiya jîngehê dike, min gelek hez kirk u beşdar bim, ji ber bi nêrîna me, li Herêma Kurdistanê pirsa paqijragirtina jîngehê tiştekî gelek giring e.”

Nêçîrvan Barzanî hêvî kir, ku maratona îro ya Hewlêrê “bibe destpêkek bo hemû hevwelatiyên Herêma Kurdistanê ku gelek ciddîtir ji berê hizir ji pakiya jîngehê bikin, ku ji her takekê re bûye mijar. Em jî weke Herêma Kurdistanê bêpar nînin ji vê yekê, wê yekê jî wiha kir ku îro ez biryar bidin ku beşdariyê di vê maratonê de bikim. Hêvî dikim, ev destpêkek be di aliyê perwerdehiyê de bo Herêma Kurdistanê û xelkê Herêma Kurdistanê, ji bo paqijragirtina jîngehê li welat.”

https://www.facebook.com/Rudaw.net/videos/731163664018636/

Back to top button