Civak

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya Hemîd Hacî Derwêş

Serok Barzanî bi peyamekî serxweşîya malbata Hemidê Hecî Derwêş kir.

Payama serokBarzani:

Bi boneya koça dawî ya Abdulhemîd Hacî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriye, Serok Barzanî peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbat û hevxebat û hevalên xwedê jêrazî kir.

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo malbata birêz Abdulhemîd Hacî Derwêş

Bi mixabiniyê ve nûçeya koça dawî ya Abdulhemîd Hacî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverûya Kurd li Sûriye gihîşt me.

Bi vê helkefta xemgîn de, pirse û serxweşiyê pêşkêşî malbat û tevahiya hevxebat û hevalên xwedê jêrazî dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin lava dikim giyanê Kak Abdulhemîd bixe ber dilovaniya xwe û sebir û hedarê bide hemû aliyek.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
24.10.2019

 

Back to top button