Îmamoglu ji bo serkeftina Artêşa Tirk dua dike
Ekrem Îmamoglu şeredarê Stanbulê jî pişgiriya xwe ji bo êîrşa Tirkiye ya rojhilatê Firatê û Rojavayê Kurdistanê da diyarkirin.
Kêşe ne helwesta Îmamoglu ye. Ekrem Îmamoglu kesayetek Kemalist e û ji CHPê ye. Ekrem Îmamoglu berjewendiyek ya welatê xwe bi hemû Kurdistnê nade. Yanî car acara Kemalist ji bo berjewendiyên xwe yên demikî behsa Kurda li Bakur bikin jî lê di encam de hestên wan yên nijadperestî derdikeve pêş û dema pêwist be li gora vê jî helwesta xwe eşkere dikin.
Dema hilbijartinên Şeredariya Stanbulê, Ekrem Îmamoglu bi dengên HDPê serkeftin destve anî bû serokê şeredariya Stanbulê. Îro jî heman Îmamoglu ji bo kuştina ciwanên kurd pişgiriya êrîşa li ser rojhilatê firatê û Kurdistana Rojava dike.
Ekrem Îmamoglu di daxûyaniya xwe de dibêje: Sedema ku Hêzên me yên Çekdarên Tirkiye dest operasyona “ Hereketa Serkaniya aşitiyê“ dike akil û dilê me li herêmê ye.Tenê daxwaziya me aşitî û ewlehî li herêmê bi cih bibe.Em her demî li tenişta Hêzên xwe yên Çekdar û “ Mehmetcik“ ê xwe ne. Duayên me ji bo artêşa meye.