Cîhan

Dewleta serbixwe ya Kurdistanê bo îstikrar a navçeyê pêwîste!

Li gel nîgeraniyên civaka navnetewî ya derbarê krîzekî din a mirovî ya piştî êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê, wezîra berê ya Îsraîlê jî daxwaz dike rê bê dayîn ku dewleta serbixwe ya Kurdistanê bê damezrandin.

Wezîra berê ya dadê ya Îsraîlê û seroka naha ya Partiya Yamîne Ayelet Shaked daxwaz kir, welatên rojava piştevaniya damezrandina Kurdistana serbixwe li Rojhilata Navîn bikin.

Li gor raporta malpera Times a Îsraîlê Shaked dibêje Îsraîl nikare çavê xwe bigre li vê zulma li kurdan tê kirin, ji ber ku di dîrokê de zulm û komkujî gelek mezin li ser cihûyan jî pêkhatine.

Siyasetmedara Îsraîlî ku di helbijartinên vê dawiyê de rikberî li gel partiya Benjamin Netenyahu dikir û dibêje: ‘’Wekî berê jî min ragehandibû, ji bo berjewendiyên Îsraîl û Amerîkayê û ji bo asayîş û seqamgiriya navçeyê bi dewleta serbixwe ya Kurdistanê ve pêkan e.’’

Herwaha amaje bi dîroka gelê kurd kir û diyar kir, gelê kurd gelê herî mezin ê bê dewlet e. Herçend gelek prensîb û nirxên rojava nêzîke jî û di şerê DAIŞê de bi jin û zilam ve beşdarî helmeta cîhanî ya dijî terorê kirin.

Shaked kurd wek gelekî aştîxwaz, kevin û demokrat pênase kir, ku bi dirêjayiya dîrokê de berdewam destpêşxerên ti şerekî nebûne û ti demekî êrîş nekirine ser ti welateke din. Lê naha jî dema wê em piştgiriyê li wan bikin.

Sardar Sattar/BasNews

Back to top button