Polîtîk

Heta niha pirsa serokweziriyê nehatiye gotubêjkirin

Endama Civata Serkirdayetiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Çinar Sead Ebdullah ragihand ku di civîna serkirdayetiya PDKê ya di destpêka vê hefteyê de behsa wergirtina posta  serokwezîriyê nehatiye kirin lê piraniya PDKê digel wergirtina serokweziriyê ye.

Di vê derbarê de, Çinar Sead Ebdullah ji AKnewsê re got, “Heta niha di civînên civata serkirdayetiya PDKê de bi awayekî resmî behsa wergirtina posta serokwezîriyê ji YNKê nehatiye kirin, heya bigire di civîna destpêka vê hefteyê de jî qet gotûbêj li ser nehatiye kirin.”

Ebdullah diyar kir ku heta niha hemû endamên civata serkirdayetiya PDKê  ji bo ku biryarê li ser vê pirsê bidin neciviyane lê di nav endamên serkirdayetiyê de rayeke bihêz heye bo wergirtina posta serkirdayetiyê.

Back to top button