Ne "xweseriya demokratik" xweseriya herêmî
Sosyolog Dr. Îsmaîl Beşîkçî di hevpeyvînekê de ligel Banu Guven, di derbarê çareseriya pirsa kurd û bûyerên vê dawiyê li Tirkiye pêktên û herweha di derbarê helwesta BDP-ê de dîtinên xwe gotin.
Îsmaîl Beşîkçî dibêje: Eger BDP di nav sinorê dewleta Tirkiye de çareseriyê dixwaze,divê BDP biçe parlementoyê. Divê di prosesa çareseriyê de BDP xwedî biryarbe û axavtina BDP-ê bête qebûl kirin. Nabê ku BDP fermana ji derekî din verbigire. Divê BDP Qendîlê kontrol bike ne ku fermana ji wan verbigire.Pêwiste Îmralî jî û Qendîl jî guh bide BDP-ê.
Beşiçî “xweseriya demokratîk“ ji bo çareseriya pirsa kurd rast nabîne.Di vê derbarê de Îsmail Beşikçî dîtina pêşniyarek din dike û dibêje: Xweseriya demokratik tira çareseriyê nake. Divê ne “xweseriya demokratik“ şona wê doza “xweseriya herêmî“ bête kirin.