Polîtîk

Mustafa Altioklar: Divê kurd û tirk ji hev veqetin

Televizona Heber Turk bernameyekî taybetî li ser pirsa kurd li Tirkiyeyê pêşkeş kir. Mustafa Altyoklar rejîsorê sînemyê li Tirkiyeyê beşdarî  di bernameyê de kir û wî gele bi zelalî û bê tirs dîtinên xwe li ser çareserkirina pirsa kurd li Tirkiyeyê ji bîneran re eşkere kirin.

Mustefa Altioklar di bernameyê de ku, direkt di hate weşandin, bi vî awayî dîtinên xwe gotin:

–  Pêwîste Tirkiye pirsa kurd çareser bike. Dive Tirkiye wê yekê jî bêje ku gelê kurd û gelê tirk bi awayekî aşitî, li gor sîstemeke federalî, ji hev cuda bibin.

Rejîsorê sînemaya tirkî di berdewamiya axavtina xwe de got ku eger ew kurd baye dê wî daxaza dewlteke serbixwe ya kurdî bikraye:

– Eger ez kurd bama da daxaza min a sereke kurdistaneke serbixwe, ne kurdistaneke otonomî baye. Pêwîste kurd û tirk ji hev veqetin û bibin cîranên baş  yên hev du. Ez di wê bawerê de me ku pêwîste sibê mafê serbixweyîyê ji kurdan re bê dayîn.

Back to top button