Polîtîk

Hewlêr di qada Asya de serkevtina destve tînê

Leyîztikên qonaxa yek heştem a dawîyê yên kêberîyên cama Yekîtîya başgahên Asya doh dest pê bûn û li werzişgeha Franso Herîrî ya bajarê Hewlêrê tîma fotbala Hewlêrê û tîma Brîsbora Caya Bora ya Indoneziyayî hatin himberê hev.
 
Li gora PNA, Tîma Hewlêrê di leyîtika berê de jî li himber tima Endnezyayê serkevtibû. Hewlêr 2-1 karîbûtima mêvan û rêya xwe bo serkevtin bo qonaxa din jî hêsanîtir bike.
 
Tîma Indoneziyayî ti rêyekî din nebû û gerek di doh li himber Hewlêre serkevtin bi dest ve anîbaya, belê nekarî leyîztikek baş û pêşkevtî pêşkêş bike û bi asta xwe ya lawaz nekarî êrişeka tirsnak li ser derwazeyê tîma Hewlêrê dirist bike.
 
Tîma Hewlêrê di xûleka 60 a leyiztikê de karî bi rêya leyîztikwanê  xwe Emced Razî ve golekê bike. Leyiztik 1-0 bi serkevtina Hewlêr encam da.

Back to top button