PKK dixwaze li her derî şer dirust bike
Orhan Mîroglu ku, yek ji şarezayên pirsa kurdî ye li Tirkiyeyê, di daxuyaniyekê de bo Saman Yolu Haber behsa operasyonên leşkerê tirkî bo ser herêma Kurdistanê dike û dibêje ku Barzanî û Talebanî naxwazin oporasyona bejayî ya leşkerê Tirkiyeyê bo ser herêma Kurdistanê çê bibe.
Mîroglu di daxuyaniya xwe de dibêje:
– Barzanî û Talebanî hewla wê yekê didin ku arteşa Tirkiyeyê operasyona bejayî bo ser (bakûrê Êraqê) neke. Ji ber ku wê operasyonê dê tesîra xwe ya rasterast li ser kurdan jî bike. Armanca PKKê ewe ku atmosferekî şer li her derê dirust bike û bi dirustbûna alozîyan PKKê xwe bihêz bike. Eger şer çêbibe ne Tirkiye û ne jî desthilata (bakûrê Îraqê) nikarin wî şerî û rewşa aloz kontrol bikin. Bi tenê PKK bihêztir dibe.
Herweha Orhan Mîroglu dibêje ku Partiyên siyasiyên başûrê Kurdistanê her hemû dijî operasyona arteşa Tirkiyeyê ne û dibêjin ku ew beşdariyê di wan operasyonên leşkerê tirkî de nakin.
Wek din Mîroglu dibêje ku dibe operasyon bibe sedemê zîndîbûn û bihêzbûna hesta netewî li herêma Kurdistanê.