Dayîk doza zarokên xwe ji HDPî dikin
Dayîkek din li ber avahiya HDPê dest greva runiştinê kir. Dayika bi navê Feyziya Çetinkaya îdia dike ku kurê wê yê temenê 17 salî ji aliyê HDPê ve hatiye xapandin û rêkirine çiyê ji bo bigihe çekdarên PKKê.
Feyziye Çetin kaya hate ber deriyê Avahiya HDPê ya li Baglar a û dest runiştinê kir û piştî demekî zilamê Feyziye û 4 zarokên xwe jê hatin li tenişta Feyziye Çetinkaya runiştin.
Piştre malbatek din jin û mêr bi navê Omer û Remziye T. jî ji bo pişgiriyê hatin ber derê avahiya HDPê. Ew malbat jî îdia dike ku zarokê zarokê wan ji aliyê PKKê ve hatiye revandin.
Dayika ciwanek din ku ji berî 11 mehan gihayî YPGê jî hat pişgirî da herdu malbata. Jina bi navê Aysegul ji rojnemevanare got: Ji berî 11 meha kurê min yê 17 salî winda bû. Du roja nehate malê. Piştre telefonê me kir û got ew gihaye YPGê. Ayşegul dibêje ku, ji wê rojê pêde tu xeberek me ji kurê xwe nebihîstiye.
Niha 4 malbat li ber avahiya HDPê di greva birçîbûnê de ne.