Polîtîk

PYD ofîsên me venake û tenê propagendeyê dike

Berpirsê Ofîsa ENKSê li Herêma Kurdistanê Newaf Reşîd ragihand ku PYD rast nabêje û nêta wê ji bo vekirina ofîsên me li Rojavayê Kurdistanê tune ye û ew tenê propagendeyê dikin.

PYD ragihandiye ku wan daxwaz ji ENKSê kirine ku vegere Rojavayê Kurdistanê û navendên xwe veke û dest bi çalakiyên siyasî bikin.

Lê Newaf Reşîd ji malpera KDP.info re ragihand: “PYD ne rast dibêje û ew gotin tenê ji bo propagendeyê ne. Ji ber ku heya niha rê nedane me ku em ofîsên xwe vekin û dixwazin em biçin û daxwaza moletê ji wan bikin û em îtîrafê bi wan bikin û em di bin destê wan de bin. Em jî vî karî nakin. Lewma jî ew qet nahêlin em ofîsên xwe vekin û karê xwe yê siyasî li Rojavayê Kurdistanê bikin.”

Reşîd wiha got: “PYD hemû ofîsên me girtiye û destê xwe daniye ser wan, ku nêzîkî 40 ofîs in. Eger rast dibêjin bila di serî de wan ofîsan radestî me bikin û piştre emê bi xwe ofîsên xwe vekin. Lê wî karî nakin. Jibilî ofîsan, hejmareke girtiyên me jî di zindanên PYDê de ne û çarenivîsa wan winda ye.”

 

Back to top button