Nivîsar

Torinê Topal Osman li Diyarbekirê

“TABURA PÊNCAN” û “AGENT OF İNFLUENCE – АГЕНТ ВЛИЯНИЯ”

Paradoks û Sindroma Stockholmê.

Torinê Topal Osman li Diyarbekirê !

Wek tê dizanin Topal Osman yek ji serkêşê ku jenosîda xelkê, yunanî ( Pontus) li Giresûnê pêk anî, herweha serkêşê pêkanîna jenosîda xelkê Ermenîye. Dema Kurdan li Koçgîrî serî li hember dewleta hildan, Mistefa Kemal nikarîbû serhildana Koçgîri bisekinîne ji ber wê emir da Topal Osman ku tabûrê 42 û 47 yên Giresûnê ku ji kesê kriminal û qatil ku ji hepsa berda bûn ku gelek ji wan berdewamîya Teşkilatî Mehsus bûn di serkêşîya Topal Osman de rêkirin ser Koçgîrî û jenosîd li hember milletê Kurd pêk anî, bi hezaran zarok jin mêr kal û yextîyarê kurd kuştin, bi saxî dikirin şkefta û agir berdida şkefta, jenosîd li hember milletê Kurd pêk anîn.

Her weha di sala 1921 de dema serokê Partîya Komûnist a Turkîyê Mistefa Suphî û 14 hevalên wî di behrê de fetisandin ew jî bi emrê Mistefa kemal Topal Osman pêk aní, Mistefa Kemal hemû tiştên Kriminal bi destê Topal osman dan kirin. Ev Topal Osmanê ku İmamoğlû dibê ez tornê/neviyê wî me pê iftîxar dike. Paradoxsa mezin ewe ku nuha gelek ji vanê min li jor min behs kirin ku Topal Osman li hember wan jenosid kirîye, hezkiriyê tornê Topal Osman in. Şaşitîya kurdên welatparêz ewe ku xerîb dimînin ku Tornê Topal Osman li Diyarbekir resmê Ataturk pêşkêş kirîye. Başe hûn li hêvîya çi bún ku torinê Topal Osman pêşkêşî Kurda li Diyarbekir bike? Bi ya min torinê Topal Osman tiştê lazim bû kir. Neheqîye ku Kurdên niştimanperwer gazinda ji torinê Topal Osman dikin. Kurd divê berê xwe bidin hundurên xwe. Şer bi TABÛRA PÊNCAN û bi AGENT OF İNFLUENCE- АГЕНТ ВЛЯНИЕ re bikin.

Bala xwe bidinê yên ku nuha pir qelebalixê li ser serdana Torinê Topal Osman a Diyarbekirê dikin, bêhtir Kesên ji tabûra pêncan an ji agent of influence ne. Yên ku nuha pir qelebalixîyê li ser serdana torinê Topal Osman a Diyarbekirê dikin yên 5,10,15,20,30,salî dawî de pîştgirîya HDP dikirin. Ne ku îroj qeneet bi wan re çê bû ku HDP partîyek ne Kurde, na, ji ber HDP di van çend salên dawî de ew ne xistin şúna mirovan û çûn temamî bi çepên Turkan re hevkarî kirin. Ew kesana li ortê man, ji bo di piyasa siyasî de hebûna xwe bi parêzin, dest pê kirin serxwebûnê wek benîşt 24 seeta di devê xwede bi kar anîn. Ji bo kesên ku şik dikin? mala xwedê ava ev internet tiştekî wenda nake, li google navên kesên hun dixwazin nas bikin bixin. Bê çawa 5,10,15,20,30,sal berê çawa sergrtî an eşkere, madî an maanewî, fizîkî an fiilî pîştgirî dane PKK, HDP û hemû şaxê wan. Çi gotine :”PKK, HDP hêzek Kurde, HDP hêzek Kurde lê şaşitiya dike lê Yînede oylarimiz HDP ye ” ev encamê wê siyasetê ye, ew kesana bi qasî PKK û HDP berpirsin, Kurd wan nas dikin qet bawerîyê bi daxwazê wan yê “serxwebûnê” nakin. Esas Lazime Kurd ne gazinda ji Torinê Topal Osman bike, lazime berê xwe bidin tabûra pêncan û agent of influence.

Heta Kurd ji tabûra pêncan û ji agent of influence xelas nebin Kurdên bakur wê her di vî halî de bin. Gazin ji torinê Topal Osma nabe.

Kurdekî bi fehmek kurdî ku otonomî dixwaze ji yekî bi fehmek Kemalîst ku serxwebûnê wek benîşt 24 seeta bi kar tîne, çêtire. Tişta ku Topal Osman bi tabûrê 42 û 47 nikarîbû li Koçgîrî bikira îroj Torinê wî li Diyarbekirê bi tabûra 5 dike.

————————

TABÛRA 5 : Hêz an kesayetîyê ku di nava welatê xwede ku ji alî dewleta ku dujminatîya milet û welatê wî dike hatine amade kirin ku ji bo dijberîya welat û milletê xwe bike, Di serdema şerê Îspanya navxweyî îstixbarata îspanya a Franko di nava antî faşistande hêzêk bi dizî ku wek antî faşîstin ava kiribû ew hêz wek her hêzek antî faşist di nava xelkê debûn bes kar esas ji bo faşîstan-Franko dikirin.. ji bo nehêlin anti faşîst bighên armancê xwe, dema serleşkerê ordîya faşît a Franko Emilio Mola bi 4 tabûrên esker hate ser Madrîdê, Madrîd di destê antî Faşîsta debû Emilo ji xelkê Madrîdê re got teslîm bibin, got hûn ne fikirin bes ev 4 tabùr tenê hatine ser Madrîdê, tabûra esas ku wê we têk bibe tabûra 5 ne, ew tabûr ji di nav wedene (di hundir deye).Ji bo frehtir bi zianibe dxwaze li ê linka jêr xi
https://www.google.com/url…

AGENT OF İNFLUENCE : Ev ne şerte ajanê direkt bi îstixbaratave grêdayî bin.Dema di welatekî grubek ji mirovan pêktê ku di welatê xwede berjewendîyê siyasî, fikrî, aborî, kulturî û civakî yê welatê ku dujminatîya welatê wî dike diparêze û jêre di xebite. Ji bo frehtir bi zianibe dxwaze li ê linka jêr xi
https://www.google.com/url…

Ji malpera Facebook ya

Dr. Ekrem Onen

Back to top button