
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, di bernameyek ya kanala Haberturkê de behsa tayin kirina Qayuma kir û da xûyakirin ku, tayîn kirina qayuma kêrî îşê PKKê tê.
Kiliçdaroglu di derbarê tayina qayuma ji bo 3 şaredariyên mezinên Kurdistanê got: Eger serokê şaradariyekê di warê madî de pera bide PKKê û hun vê yekê tesbît nekin nexwe hun ne dewletin.Eger hun vê yekê tesbit bikin wan bigrin. Ev tayina qayuma ji bo van şaradariyan herî zêde feydê dide PKKê kêrî karê wa tê.
Herweha Kiliçdaroglu li ser axavtina wezîrê navxwe Suleyman Soylu di derbarê Ekrem Îmamoglu da jî got: Dikarin her tiştekî bikin, ji ber ku qanûn û edalet tuneye. Îşev dikarin me herdu kan jî bigrin. Serokê dadgeha temîzê dibêje ku, baweriya li hukukê daketiye % 38, cîgirê serokkomar dibêje ku bawerî li adaletê nemaye. Evên ku desthilatin vê dibêjin.Ez çi bêjim zilamek beredayî(behsa wezîrê navxwe dike) duh li dijê Erdogan çi digot û îro çi dike.Kesê zilam be li gotinên xwe xwedî derdikeve.Kesek bê şexsiyetbe ez çi jêre bêjim?
Herweha Kiliçdaroglu got ku, xelk ji me dixwazin ku em pirsa Kurd çareser bikin. Lê ji bo çareseriyî tiştek negot.